Derhênerekî Kurd li Misrê: Ehmed Bedirxan

Bernameya “Portreyên Veşartî” ji aliyê rojnamegerê kurd Ekrem Yildiz ve tê amadekirin û pêşkêşkirin. Di bernameya nû de Ekrem Yildiz, jiyana derhênerekî Kurd ê li Misrê, Ehmed Bedirxan dide naskirin.

Derhêner û senarîstê navdar Ehmed Bedirxan (Ahmed Badrakhan 1909-1969) bi eslê xwe Kurd e û yek ji sînemagerên baştirîn ên Misrê ye. Bedirxan di jiyana xwe ya sînemayê de bi tevahî 41 fîlm kişandine û bi fîlmên xwe yên wekî; A Night of Love, Wedad, Intisar Al-Chabab, Victory of Youth, The Last Lie ve tê naskirin. Derhêner Alî Badrakhan kurê derhêner û senarîstê navdar ê Ahmed Bedirxanî ye.*

Rojnameger Ekrem Yildiz, ligel “Portreyên Veşartî” bernameya “Dîwanên Sînematîk” jî amade dike û beşên her du bernameyan jî li ser kanala Youtubeê ya Botan Timesê têne weşandin.

Plaforma nûçeyan a Botan International Saziyeke nû ya perwerdeya Rojnameya Kurdî ya hevkara RSFyê ye ku sala par li Amedê bi piştevaniya RSFê Ofîsa Perwerdeya Rojnamegeriya Kurdî hate vekirin. Sazî li ser çapemeniyê Kurdî xebatên perwerdehîyê û bername, vîdyo û nûçeyên bi Kurdî amade dike.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: