Dest bi kêşana sezona duyemîn a “The Sandman”ê kirin

Rêzefîlmê “The Sandman” ji alîyê Jamie Childs, Andrés Baiz, Mike Barker ve ji xêzeromanên îkonîk ên nivîskarê navdar Neil Gaimanî ji bo platforma dîjîtal a Netflixê tê kêşandin ku beşên sezona yekem a rêzefîlmê di 2022yê de hatin weşandin û li seranserê cîhanê eleqeyeke mezîn dîtin. Hate ragihandin ku dest bi kêşana sezona duyemîn kirine û ji sezona nû wêneyê yekem hate weşandin.

Kêşana sezonên nû yên “The Sandman”ê di meha Pûşberê de destpê kiribû û heta Tîrmehê li Stûdyoyên Sheppertonê berdewam kir, lê ji ber greva SAG-AFTRAyê hatibû bi paş ve xistin. Neil Gaiman roja çarşemê ragihand ku ji nû ve li Îngilistanê dest bi kêşana sezona nû kirine. Wêneyekî ji seta sezona nû jî parve kir û Tom Sturrige (Dream/Morpheus) û Mason Alexander Park (Desire) tê de cî digirin. David S. Goyer, Jack Thorne, Neil Gaiman, Allan Heinberg, Mike Dringenberg, Sam Kieth senarîstîya sezona yekem rêzefîlmê kirin û beşên sezona yekemîn a “The Sandman” bi afirînerîya Neil Gaiman, David S. Goyer, Allan Heinberg ve hatin kêşandin.

“The Sandman” îlhama xwe ji xêzefîlmên Neil Gaimanê yên ‘Sandman’ê girtiye ku pirtûka yekem a xêzeromanên navdar di sala 1989ê de hatibû weşandin. Nail Gaiman li ser hesabê xwe yê twittirê got, “Tiştên xweş tên”.

Lîstikvanên sezona duyem jî hêdî hêdî têne eşkerekirin. Kirby Howell-Baptiste (Death) û Donna Preston (Despair) wê di sezona duyemîn de weke lîstikvan cî bigirin û tê gotin ku Barry Sloane jî dê bi rola Destruction re beşdarî rêzefîlmê bibe. Lê hêj dîroka destpêk a “The Sandman”ê nehate eşkerekirin.*

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir