Destpirtûka “Rewşa Derûnî, Trawma û Alîkarî Piştî Karesatan” hate weşandin

Pirtûka bi navê “Rewşa Derûnî, Trawma û Alîkarî Piştî Karesatan” di bin banê kovara Psychology Kurdî de, bi edîtorîya Abdulsittar Ozmen û Sîyabend Aslan ve hatiye amadekirin bi piştgirîya Institut for Transcultural Health Science, BW, Stuttgart û Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan ve hate weşandin. Di rûpelên destpirtûka Kurdî de pisporên tendirustîya derûnî li ser çend xalên girîng rawestin ku mirov di wan rewşên karesat û bobelatan de hay ji bertek, nîşêt û rêyên xweparastinê hebin da ku hem bo xwe û hem bo derdora xwe bibin alîkar.

Psîkiyatrîst Azad Dildar, psîkiyatrîstê zarok û kamilan Veysî Çerî, pisporên xizmeta civakî Abdullatîf Meşe û Gulperi Gunduz, Derûnnas Rozerîn Yildirim, Samed Dogan, Sîyabend Aslan, Hasan Elçeoglu û Hasan Ozturk, psîkoterapîst û trawmatolog Pirşeng Omar Ahmad bi nivîsên xwe di vê destpirtûkê de cî girtine. Hate ragihandin ku pirtûk dê bi awayê çapkirî jî bê belavkirin.

“Rewşa Derûnî, Trawma û Alîkarî Piştî Karesatan” li ser van mijarên girîng radiweste: Bertekên derûnî yên piştî karesatan, Agahdarkirina civakê derbarê karesatan, Perwerdehiya derûnî ya piştî karesatan, Stresa trawmatîk û bandora wê, Şîna trawmatîk û pêvajoya şînê ya piştî erdhejê,  Rêbazên serederîkirina stres û rageşiyê, Bertekên zarokan yên piştî erdhejê, Vegotina erdhejê ji zarokan re, Bertekên şînê bi zarokan re û hin pêşniyaz bo malbatan, Bikaranîna made, derman û alkolê piştî trawmayên girseyî, Ragihandina xebera ne baş û mirinê bo xebatkarên tendirustiyê, Xweparastina xebatkarên tendirustiya derûnî piştî karesatan, Ragihandina nûçeyên trawmayê û rewşa xebatkarên tendirustiya derûnî di çapemeniyê de.

Hûn dikarin li ser vê lînka jêr destpirtûkê daxînin û bixwînin:

Kovara Derûnnasiyê bi Kurdî “Psychology Kurdî” ji sala 2016’ê bi vir de çar mehan carekê tê weşandin û di rûpelên xwe de; nivîs, gotar û hevpeyvînên ku li ser mijarên derûnnasî û tendurîstiyê hatine nivîsandin û amadekirin diweşîne.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir