Di 1’ê Gulanê de nîşandana fîlmê “Baskên Bavê Min”
Di 1’ê Gulanê, Roja Karker û Kedkaran de li ser kanala Youtubeeê ya Serokatiya Daîreya Çandê ya ŞBİyê, fîlmê “Baskên Bavê Min/Babamın Kanatları” dê di saeta 21.30an de bê weşandin.
Di 1’ê Gulanê, Cejna Karker û Kedkaran de, li kanala Youtubeeê ya Serokatiya Daîreya Çandê ya Şarederiya Bajarê Mezin a Stenbolê (ŞBİ) fîlmê “Babamın Kanatları” (Baskên Bavê Min) ku ji aliyê derhêner Kivanç Sezer ve hatibû kişandin, dê di saeta 21.30an de bê nîşandayîn.
“Baskên Bavê Min” (“Babamın Kanatları, 2016), yekem fîlmê dirêj ê Kivanç Sezerî ye ku qala jiyan û malbatên karkerên avahî yên ku piranîya wan Kurd in, dike û li ser mijara qedayên karê û koçkirinê disekine. Babamın Kanatları, di çarçoveya gelek festîvalên fîlman ên wekî Festîvala Fîlman a Karlovy Vary û Festîvala Fîlman a Guzika Zêrîn a Edeneyê de hatibû nîşandan û xelat girtin. Di fîlmê de, lîstikvanê navdar Menderes Samancilar weke serlîstikvan lîstibû.
Derhênerê Kivanç Sezer, fîlmê xwe yê duyemîn ê bi navê “Kuçuk Şeyler” di sala 2019’ê de kişand.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com