Di dawîya hefteyê de fîlmê “Blue Beetle” li Amerîkayê bû yekemîn

Daneyên nû yên Box Officeê (USA) diyar bûn. Li gorî daneyên nû yên gîşeya Amerîkayê di navbera rojên 18-20ê Gelawêjê de, fîlmê Angel Manuel Sotoyî yê “Blue Beetle” li salonên sînemayê yên Amerîkayê bû yekemîn û di sê rojan de li vîzyonê 25 milyon dolar bidest xist. Fîlmê “Barbie” çar hefteyan li sînemayên Amerîkayê bû yekemîn. 

“Blue Beetle” di 18ê mehê de ket vîzyonê û lêanîneke DC Comicsê ye. Senaryoya fîlmê ji alîyê Gareth Dunnet-Alcocer ve hate nivîsandin û lîstikvanên wekî Xolo Maridueña, Bruna Marquezine, Belissa Escobedo, George Lopez, Adriana Barraza, Elpidia Carrillo, Damián Alcázar, Raoul Trujillo, Susan Sarandon tê de lîstine. 

Daneyên Gîşe yên Amerîkayê (18-20ê Gelawêjê, 2023)

1- Blue Beetle | 25 milyon dolar

2- Barbie | 22 milyon dolar, li seranserê cîhanê: 1 mîlyar û 279 milyon dolar

3- Oppenheimer | 11 milyon dolar, li seranserê cîhanê: 717.8 milyon dolar

4- Teenage Mutant Ninja Turtles: Mutant Mayhem | 8.4 milyon dolar

5- Strays | 8.3 milyon dolar

Çavkanî: Beyaz Perde

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir