Di dilê xwezaya jiyanê de çîrokên rastîn; “Textê Reş”
Erdnîgariya jiyanê, ji çîrok û berrahîyan pêk tê.. Jiyan, di dilê xwezayê de rêwîtiyeke dipdirêj û domdar e; diherike, xwe nîşan dide û her ku diçe xuya dibe.. Hunera heftemîn “Sînema” jî van çîrokên rastînên jiyanê yên cur bi cur, ji nû ve diafirîne û bi awayekî dide der.
Çîroka fîlmê “Textê Reş” (2000) yê derhênera navdar a Îranê Samira Makhmalbaf, jî fîlmekî heman wisa ye ku rastînên jiyanê, bi awayekî resen û derasayî dide der. Fîlm, bi zaravayê Soranî ya zimanê Kurdî hatiye kişandin.
Komeke mamosteyên ciwan ên kurd, diwazin ku bi taybetî zarokan hînî xwendin û nivîsandinê bikin û bi vê mebestê, bi textê reş ên xwe danîne piştên xwe ve derdikevin rêwîtiyekê, mamoste gund bi gund diçin û li sînorên xwezaya welêt digerin. Piraniya van mamosteyên ciwan diyar e ku zanîngehê nû xelas kirine û bi nanzikî dibe jî mamostetî dikin û dizanin ku zarok û mezin ên vê herêmê ji ber şert û mercên jiyanê derbasî li têlên sînorê dibin û kolberî dikin ku wekî wan di jiyaneke xizan û dijwar de dijîn. Hewlên mamosteyan cih bi cih bêencam dimînin û ji ber ku zarok jî wekî wan derdê debarê xwe ne û di herikîna fîlmê de, rastî çîrokên rastîn ên jiyanê tên…
Mijara fîlmê “Textê Reş” li ser çîrokên du mamosteyên ciwan ên kurd didome û her mamoste diçin derekî din ku dixwazin ji xwe ve xwendekar peyda bikin. Her du mamoste, di rêwîtiyê de rastî gelek êş û birînan tên. Yek ji van mamosteyan ku di fîlmê de cih digire, derhênerê navdar ê kurd Behmen Qubadî ye. Mamosteyê yekem di rê de komeke koçberên qelebalix ku diwazin biçin Helebçeyê, dibîne û xuya ye ku mirovên qelebalix riya xwe winda kirine. Mamoste ji bo hînkirina xwendin û nivîsandinê pirsyarê wan dike, lê ji rûyê hemû kesan dilnerehetî diyar dibe û piştî demekê ji mamoste re dibêjin me bigihîne warê xwe, em ê 40 gûzan bidin te û ew jî şertên wan qebûl dike. Mamoste, di nav qelebalixê de keça kalekî nexweş dibîne û wî yek ji wan kalên koçber e, dibihîse ku kalî nesax ji bo keça xwe ya bi navê Haleleh, qelen naxwaze û pişt re kalên koçber bi bergîdana textê reş, wan dide zewicandin. Mamoste digel wan heta bajarê Helebçeyê diçe û li vir çi kes bawerîya wî nakin ku ew der Helepçe ye, ji ber ku bajêr wekî berê nema ye û hatiye hilweşandin. Û Mamosteyî duyem di rê de, rastî zarokên kolberî dikin tê û dixwaze wan hînî xwendin û nivîsandinê bike û heman dilrenehetî ji rûyên wan jî diyar e ku wan jî wekî mamoste ji ber derdê debarê xwe ketine rêwîtiyeke zor û dijwar. Tenê zarokekî dixwaze hînî xwendin û nivîsandinê bibe. Zarokan û mamoste di rêwîtiyê de, rastî gelek zextan tên û di dawiya fîlmê de hemû têne kuştin..
“Textê Reş” qala Komkujiya Helebçeyê; rewşa derûnnasî yên mirovên herêmê, jiyana kolberî û rûyê derdê debarê dike. Wekî fîlmên “Kusî Jî Dikarin Bifirin” û “Dema Hespên Serxweş” ên Behmen Qubadî, çîroka fîlmê “Textê Reş” yê Samira Makhmalbaf, li ser mijarên Zayendî, Netewî û Çînî disekine û hin sehneyên wê dişibe belgefîlm hatine kişandin. Samira Makhmalbaf di heman demê de, keça derhênerê navdar ê Îranê Mohsen Makhbalbafî ye.
Derhêner û senarîst Samira Makhmalbaf yekem fîlmê xwe yê bi navê “The Apple” (1998) di 17 saliya xwe de kişand û bi vê fîlmê xwe re li Cannesê Xelata Juriyê girt ku di fîlmê “Bicycleran” (1987) yê Mohsen Makhmalbafî de lîstiye. Fîlmên Samira Makhmalbaf, di bernameya gelek festîvalên fîlman ên neteweyî û navneteweyî de hatine nîşandan û li Festîvala Fîlman a Cannesê, xelatên Juriyê û Ekumenîk û ji aliyê Enstîtuya Fîlman a Îngîlîzê ve xelata Sutherland Trophy girtine.
Fîlmografiya Samira Makhmalbaf: “The Apple” (1998), “Textê Reş” (2000), “At Five in The Afternoon” (2003), “Asbe Du-pa” (2008), “Sempember 11 / 11.09.01 (Digel 11 derhêneran kişandine, 2002)
Nivîs: Rûmet Med
(Ev nivîs di meha Rêbendana 2020’ê de, di Hejmara Duyem a Fanzîna “Sînemaya Serbixwe” de hate weşandin.)
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com