Di Filma Klama Dayîka Min a Erol Mîntaş de Hewldan û Qetandinên Xwebûnê

“Her kes reviya,qetiya her tişt

Ji xwe û ji dahatûya xwe” Dost Çîyayî

Di edebîyata kurdî de piranîya zemanê berheman li piştî salên notî ye. Zemanê ku hegemonyaya polîtîk dîyar kirîye û dike jî. Zemanê ku em nikarîn bêyî serdestên xwe û bimewcûd û texayûl bikin û bijîn. Ne di zemanê xwe de, em di zemanê serdestanê xwe de dijîn. Wekî edebîyata kurdî, di sînemaya kurdî de jî zeman dibe piştî salên notî. Edebîyat û sînemaya me bûyê hepsî vî zimanê.

Di nava sînemaya kurdî û muzîkê û dengê de têkilîyeke xurt çêbûye. Di sînemaya kurdî de kategorîye filmanê ku xwe li serê muzîkê û dengê ava dike, çêbûye. Mînakê wekî filma “Klamên Niştamanê Dayîka Min” a Behman Gobadî, “Zer” a Kazim Ozî, “Were Dengê Min” a Huseyîn Karabeyî “Dengê Bavê Min” a Orhan Eskîkoy û Zeynel Doganî û “Kilama Dayîka Min” a Erol Mîntaşî.

Klama Dayîka Min, dram e, 103ê deqe ye, di sala 2014ê de hatîye nîmayişkrin. Di çend festîvalê filman de xelatên herî setketî wergirtîye.

Rewş û konjektorê bajarên tirkan ku kurd tê de dijîn: Problema wan ê civakî û dêrûnî; krîz, tranva, trajedî, paradoks, bêxwedîbûnî û perçebûnî wan, asmîlasyon û entegrabûyîna wan, hewldan û berxwedanên xwebûnîya wan, di arafê de mayîna wan, qetandina aîdîyet û bîra kolektîf… filma Klama Dayîka Min nîşanê me dide.

Di salên notîyan de nêzî pênc hezaran gundên kurdan hatin şewitandin û valakirin û bi mîlyonan kurdanî koçî bajaran û metropalanê tirkan kir. Mirovên ku bi salan bi axê xwe ve girêdayî bûn li serê sibeyekê de xwe nava dinyayekî din de dîtîn; ji axê xwe ve hatin qetandin. Ev koçîkirinê zorakî bû sedemên gelek pirsgirêkên sosyolojîk, psîkolojîk û tibî. Mirovên ku di dorê çil salîya xwe de koçî bajarên tirkan kirîbû li wir bûn pîr û kal lê hêj jî entegere û asmîle nebûnê, xwe xerîbe dibînîn, hata kêlîya dawî emrê, bi hêvî û bawerîya li vegerê axê xwe dijîn. Rojekî em bi vegerîn xwe!…

Ji hêla mijare ve di nava Klama Dayîka Min û çend film û kurtefilmên kurdî yên din de wekî “Rêç” û “Zimisto Vejîy”  hevbeşîyek heye. Di nav her sêyan de karekterê sereke jinên pîr in; li lewê tirbeyê ji kurên xwe daxwaz dikin ku wê bibin axa kal û bavan. Film ji ev daxwazê derdikevin.

Di Klama Dayîka Min de bi navê Nîgar jineka pîr heye. Ji kurê xwe Elî ra dixwaze ku wê bibê gundê wê. Dayîkan zorakên xwe yên ku di sê, çar salîya wan de bi xwe ra birîbû bajaran ev zarokî mezîn bûne. Ji hêla aîdîyetê di nava dayîk û kurên wan de cûdahîyek çêbû, ne xwedî hêman aîdîyet în. Ji ber vê di nava dayîk û kurê de krîzek û antagonîzmayek derdikeve.  Klama Dayîka Min jî xwe li serê ev krîz û antagonîzmayê ava dike.

Çima daxwaze Elî tûneye, qet nafikire û qet xeyal nake ku bivegerê axê xwe? Em ji daxwazê, fikirê û xeyalê ji dev berdin çima qet fantazîyekî Elî tûneye ku bivegerê welatê xwe? Ji ber tûnebûna daxwaz, fikir, xeyal û fantazîye Elî krîz û antagonîzmaya dayîk û kurê çareser nabe.

Elî ne karekterê ku entegrebûyî û asmîlebûyî ye. Elî bi kurdî çîrokan dinivîsîne. Bi xwe mamosteyê dibistanê pêşînê lê di wextê xwe vala de mamostetîya kurdî jî dike. Di bajarên tirkan de ji bo xwebûnê hewl û li ber xwe dide. Lê rexmî wan hemû kiryarên wî bi axê ra aîdîyetê wî û dayîka wî ne hêman hawî ye.

Temambûna aîdîyet bi hevrabûna ax û ziman dibe. Xwebûn jî bi ev hevrabûnê pêk tê. Adîyetê Elî bi zimanê ra dewam dike lê bi axê ra qetîyaye. Elî bi xoşewîsta xwe ra ne kurmancî bi tirkî xeber dide. Îhtîmalê mezin dema ku zarokê Elî çêbû, Elî bi zarokê xwe ra jî tirkî xeber bide. Ev çaxê aîdîyetê zarokên Elî bi ziman ra jî dê biqetîn.

Ax û ziman hevdû temam dike. Divê ax û ziman bigihêjin hev ne ziman hata cîyekî dikare li ber xwe bide çimkî hêza wî heta asteke ye. Bifikirin malbatên herî netewperwer û rewşenbîrê kurdan Bedirxanîyan û Cemîlpaşazadeyanî li rexmî hemû netewperîya xwe jî ji ber ku nevegerîyan an jî neşêyan bivegerîn axê wenda bûn û neman. Problemeke mezin a din a kurdan heye: Gelek kurd li serê axê xwe de zimanê xwe wenda dikin. Aîdîyetê zimanî bi wan ra namîne… Piştî çend nifşan li serê xakê xwe de bibin wekî Îzmîrî, Entalyayî.

Lê dayîka Nîgar temsîlê temambûna aîdîyetê ye. Dayîka Nîgar bi dixwaza bi vegerê axê xwe; dixwaze temambûna aîdîyetê xwe pêk bîne.  Daxwaze israrkirina dayîka Nîgarê temambûna bi aîdîyetê xwe ra ye. Lê  haya Elî jê tûneye ku bi vê israrkirinê aîdîyetê wê axê ra naqetîyaye, hêj jî berdewam dike. Lêbelê Elî di binhîşê xwe de dixwaze bi axê xwe ra biqete lê dayîka wî nahêle ji ber vê ji dayîka xwe ra dixeyîde, naxwaze dayîka xwe fehm bike.

Daxwaza dayîka Nîgarê pêk nayê û dimire. Elî dayîka xwe li axê xwe de binax nake. Ji qetandina axe yê Elî hetahetayî ji vir dest pê dike. Mirîyên xwe li welatê xwe de binaxnekirin tê wateyê qetandina epîstolojîk û êdî tu aîdîyet bi axê ra namîne.

Ez ne xelet im; romanê Qesra Balindeye Xemgînê Bextîyar Elî bû. Di ev romanê de karekterek hebû; piranîya emrê xwe li dervê welatê derbas dike, çend rojên wî mabû bimire, vedigere li Kurdistanê.  Yekî ji wî ra dipirse,” çend rojên emrê te maye lê tu vegerîyayî Kurdistan, gelo tu ji bo çi vegerîyayî”  karekterê romanî bersiveke bi perspektîfa temambûnê aîdîyetê dide, “min nexwast ruhê min cîyekî din lê bedenê min cîyekî din de bimirin ji ber vê ez vegerîyam.”

Erol Mîntaş nikarîye wekî Bextîyar Elî, perspektîfekî temambûna aîdîyetê di filmê xwe de pêk bîne û pêşkeşî temaşeker bike. Mînak Elî karîbûya bivegere gund ji bo xwe malekî çêbikirina lê tu caran neçûna ev malê. Mirov dema ku li gundên cografyaya Dêrsimî(sinorê Dêrsimê ne îroyîn) digere di her gundê de hima hima wekî wîlla çend xanî hatîye çekirin. Îhtîmale ku xwedîye wan xanîyan di çend salan de carekî  ji bo çend rojan tên gundê xwe lê qet nebe bi vî hawî bi axê xwe ra aîdîyet çêkirîye. Erol Mîntaş qe nebe karîbû bi vî rengî aîdîyetek çêbikirina.

Ez dixwazim pirsa xwe dubare bikim çima Elî qet nafikire ku, xeyalek û fantazîyek wî tune ye ku bivegere li xwe, li vir bi cî bibe. Elî kî ye? Elî ez im. Elî tu yî. Elî ew e!…

Nivîs: Welat Ramînazad

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: