Di Fîlmê Kilamek Ji Bo Beko yê Nîzamettîn Ariç de Şikandina Temsîla “Beko”yî

Fîlmê yekem ê bi kurdî; bi kurdiya kurmancî sala 1992yan de bi navê Kilamek Ji Bo Beko bi derhêneriya Nîzamettîn Ariçî, li Ermenîstan û Elmanyayê hatiye kişandin. Seatek û çil deqe ye.

Wexta çûyîna leşkeriyê ya birayê piçûk ê Beko hatiye lê bira naxwaze biçe leşkeriyê, dixwaze biçe bibe pêşmerge. Her tiştê xwe li pey xwe dihêle, dixwaze xwe bigihîne pêşmergeyan. Fîlm wekî ku li gundekî Sirûcê derbas dibe. Leşkerên tirkan diavêjin ser gund, hemû gundiyan top dikin, fermandar ji muxtar ciwanên gund dipirse, tenê nizanin ku birayê Beko li ku ye, fermandar ji Beko aqûbeta birayê wî dipirse, Beko dibêje, “Ji bo kar çûye bajêr.” Leşker di nava gundiyan de erîşî Beko dikin. Li dû tarûmarkirina gund, leşker ji gund derdikevin, Bekoyê di nava xwînê de mayî  jî li gel xwe dibin. Di rê de pevçûn derdikeve, Beko derfet dibîne û ji destên leşkeran direve. Beko di bin siya kuştinê de bi zor û bela bi qaçaxtî çemê Feratê derbas dike, xwe digihîne Binxetê. Dikeve pey şopa birayê xwe, dixwaze aqûbeta birayê xwe fêr bibe, xwe bigihîne wî. Çend pêşmerge heta cihê derbaskirina sînoran Beko li gel xwe dibin. Li aliyê din ê sînor ji ber ku şer gurtir e, kurdên ku ji ber şerê Iraq û Îranê reviyane xwe li çiyayan spartine, Beko di nava wan de dihêlin.

Encamên şer, trajediya şer, bandora şer, tirsa mirinê, zarokên sêwî yên trawmatîk, gundên xerakirî,  di nav çiyayan de li ber xwe didin û dev ji jiyanê bernadin; em di fîlm de tiştên wekî perwerdekirina zarokan, hezkirina pêşmergeyan û Mele Mistafa Barzanî, xwastina vegera li gundên xwe, xwedîderketina li welatê xwe dibînin.

Dîmen û sehneyên fîlm gelek baş in lê lîstikvanî dûrî rastiyê, çêkirî û amatorane maye. Ji xeynî çend lîstikvanan listikvan rola xwe nadin hîskirin û ne realîst in. Em di lîstikvanan de psîkolojiya şer nabînin. Qisekirina lîstikvanan a ne bi devoka kurmanciya Behdînan lê bi ya Serhedî qelsbûna realîstbûna fîlm nîşanî me dide.

Fîlm ji nîşandayîn û hîsdayîna mijarên xwe zêdetir rewş, rastî û konjektorên ku kurd tê de ne, hebûna wan, perçebûnî û dagirbûna welatê wan û azadiya wan ji xwe re kiriye derd û problem ku nîşanî dinyayê bide.

Kurdek dema ku navê Beko bibihîze teqez Destana Mem û Zînê tê bîra wî. Destana ku ji ber fesadiya Beko Mem û Zîn nikarin bi miradê xwe şa bibin. Di nava kurdan de Beko dibe temsîla xayîntî, cehtî, cudakerî, nerênîkerî, yekîtîneparêziyê û sedema çênebûna yekîtî û negihîştina azadiyê!… Beko di serhildana Mîr Bedirxan de dibe Êzdînşêr, di ya Şêx Sêîd de dibe Qasim, di ya Dêrsimê de dibe Rayber û di ya Kerkûkê de dibe…

Berî temaşekirina fîlm ji ber navê fîlm min got qey fîlm dîrekt bi Mem û Zînê re peywendîdar e. Fîlm dîrekt bi Mem û Zînê re ne têkildar e lê di bekgrawnda fîlm de jî Destana Mem û Zînê heye. Hem em ji navê fîlm hem jî ji gelek ciyên di fîlm de bibîrxistina Mem û Zînê dibînin. Bi min Nîzamettîn Ariç bi vî fîlm xwe xwastiye temsîla “Beko” bişikîne û ji nû ve biafirîne.Bi min jî gihîştiye armanca xwe. Di peywendiya şikandina temsîlê de fîlmekî gelekî serkeftî û baş e. Ji vî aliyî ve di nava sînemaya kurdî de ciyawaziya wî fîlmî heye.

Fîlm temsîla Bekoyê cudaker şikandiye, temsîla Beko ji nû ve afirandiye. Temaşevan di fîlm de dibêje qey Beko gunehkariya xwe derdixe; dixwaze miradê Mem û Zînê şa bike.  Karakterê sereke yê fîlm Beko (Nîzamettîn Ariç) ye.  Bekoyê fîlm yekîtîparêz, erênîker û niştimanperwer e, ji bo welat û neteweya wî dilê wî dişewite. Ji can û dil dixwaze welatê wî azad bibe.

Kawa, Dehaq dikuje lê hemû hêz û desthilatdariya xwe dibe teslîmî Ferîdûnê fars dike. Peywendiya şikandin û jinûveafirandina di vê temsîl û mîtê de fîlmekî kurdî  dê kengê bê kişandin?

Nivîs: Welat Ramînazad

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d