Di hefteya nû de 7 fîlm ketin vîzyonê
Di hefteya nû ya meha Kewçerê de li salonên sînemayan 7 fîlm ketin vîzyonê. Di vê hefteyê de li vîzyonê fîlmên; “Maleficent: Mistress of Evil” û “Oray” derdikevin pêş.
Di fîlmê “Maleficent: Mistress of Evil” de Angelina Jolie weke serlîstikvan cih girt û fîlm weke berdewama “Maleficent”ê hatiye kişandin. Fîlmê “Oray” ku ji aliyê Akîf Buyukatalay ve hatiye nivîsandin û kişandin, di bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê de Xelata Fîlmê Yekem ê Herî Serketî wergirt.
Nîşandana fîlmên “Hatiye Dîtin / Görülmüştür”, “Dolor y Gloria”, “Joker”, “Deux Moi”, “Ad Astra” û “The Current War” li gelek bajaran didomîne.
Fîlmên vê hefteyê:
“Maleficent: Mistress of Evil” / Derhêner: Joachim Rønning û Senaryo: Micah Fitzerman-Blue, Noah Harpster, Linda Woolverton
“Oray” / Derhêner û Senaryo:
Mehmet Akîf Buyukatalay
“Karakomik Filmler” / Derhêner û Senaryo: Cem Yılmaz
“Viking Siege” / Derhêner: Jack Burton û
Senaryo: Philip Dyas, Alastar Kirton
“En Uzun Gece” / Derhêner û Senaryo: Orhan Kılıç
“The Child Remains” / Derhêner û Senaryo:
Michael Melski
“Karışma Bende” / Derhêner: Kamîl Çetîn û
Senaryo: Şeyda Delîbaşi
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com