Di hefteya nû ya Berfanbarê de 7 fîlm ketin vîzyonê

Di hefteya nû ya meha Berfanbarê de, li salonên sînemayan 2 ji van anîmasyon, bi giştî 7 fîlm ketin vîzyonê. Di fîlmên vê hefteyê de; “Groundhog Dave” û “Traditore” derdikevin pêş.

Fîlmê xelatgir “Kuçuk Şeyler” ku ji aliyê derhêner Kivanç Sezer ve hatiye kişandin, vê hefte jî vîzyonê ye û fîlmekî balkêş e. Kivanç Sezer derhênerê fîlmê “Baskên Bavê Min” (Babamın Kanatları, 2016) e û her du fîlmên wî di gelek festîvalên fîlman de hatin nîşandan û xelat wergirtin.

Dave rojek pê dihîse û hay ji dibe ku rûyê asîmanê û xweza dikeve halekî ecêb û neasayî. Piştî bûyerê hînî dibe, dê li devera ku têde dijîn, navendeke danûstandinê bê avakirin. Dave û hevalên wî ji bo deverên xwe dikevin, hewlên mezin û dijwar didin. Anîmasyona “Groundhog Dave” bi mijara xwe ya hawirparêz vê hefteyê li vîzyonê yek ji fîlmên balkêş e.

Yek ji derhênerên herî serketî yên sînemaya Îtalyayê Marco Bellocchio di fîlmê xwe yê nû yê bi navê “Traditore” de qala jiyana bavê mafyayê Tommaso Buscettayî dike û çîroka fîlmê di sala 1980an de li Sîcîlyaya Îtalyayê diqewime û bûyerên wê çaxê nîşan dide. Fîlmê Traditore li Festîvala Fîlman a Cannesê ket pêşbaziyê û îsal ji aliyê Îtalyayê bo Oscarê weke berendam hat nîşandan.

Fîlmê vê hefteyê:

“Groundhog Dave” (Anîmasyon) / Derhêner: James Snider û Senaryo: BC Fourteen

“Traditore” / Derhêner: Marco Bellocchio û
Senaryo: Marco Bellocchio, Valia Santella, Ludovica Rampoldi, Francesco Piccolo

“Guzellîgîn Portresî” / Derhêner: Ûmûr Tûragay û Senaryo: Pinar Bûlût, Onûr Koralp

“Guzel Aşk” (Anîmasyon) / Derhêner û Senaryo: Selîm Sener

“Jumanji: The Next Level” / Derhêner: Jake Kasdan û Senaryo: Jake Kasdan, Jeff Pinkner, Scott Rosenberg

“Aman Reîs Duymasın” / Derhêner: Onûr Tan û Senaryo: Berna Arûz, Bahadir Ozdener

“Elma Dersem Çik” / Derhêner: Îzzet Başlak û Lîstikvan: Aşkim Kapişmak

Nûçe – Sînemaya Serbixwe www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir