Di hefteya yekem a mehê de 9 fîlm ketin vîzyonê

Di hefteya yekem a meha Reşemiyê de li salonên sînemayan 9 fîlm ketin vîzyonê. Vê hefteyê li vîzyonê fîlmên; “Nuestras Madres”, “Dark Waters”, “Perî: Agzi Olmayan Kiz”, “Honey Boy” û “Birds of Prey” derdikevin pêş.

Li Guatemalayê di navbera salên 1960-90an de, di şerê navxweyî de ji zêdetirî bi 200 hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane. Di 2018’ê de hin leşkeran tên darizandin û pêvajoya dadgehê didome.

Fîlmê “Nuestras Madres” li Guatemalayê diqewime û li ser mijarên tundî û hesab ji hev pirsînê disekine. Fîlmê dirêj ê yekem ê Cesar Diaz, sala borî di Festîvala Fîlman a Navneteweyî de xelata Kameraya Zêrîn girt û ji Belçîkayê bo Oscarê bûbû berendam.

Robert Bilott parêzerekî biserketî ye û dozekê ku bi civakê ve girêdayî ye hildigire û sedema mirinên dewarên gir vedikole. Parêzer Robert Bilott weke encama lêkolînê têdigîhe ku sedama mirinan pargîdaniyek e û wî ji bo ku rastîyan derbikevin holê têdikoşe. 

Fîlmê “Dark Waters” ji nivîsa Nathaniel Richî ku di sala 2016’ê de ji bo Rojnameya New York Timesê hatibû nivîsandin, ji aliyê Todd Haynes ve bo sînemayê hatiye kişandin û bal dikişîne li ser têkîliya sermiyan-sîyasetê.

Li Şerê Cîhanê yê Duyemîn û berê deh salan piştî teqîna santralê hin zarok bêlebat hatine dinê. Zarokeka bi navê Perîhan jî weke bê dev hatiye dinyayê û bi bavê xwe re li daristanê dijî. Lê rojek komên ewlekariya santralê bi ser malên wan de girtin ku wê mecbûr dimîne ku mala xwe terk dike û dikeve serpêhatiyekê.

Derhêner Can Evrenol bi fîlmên xwe yên “Baskin” (2015) “Ev Kadını / Housewife (2017) ve tê naskirin û fîlmê wî yê nû “Perî: Agzi Olmayan Kiz” çîrokeke dîstopîk û derasayî tîne li ber perdeya sînemayê.

Lîstikvanê zarok Otis, di jiyana xwe ya raborî de rastî hin pirsgirêkên malbatî hatiye û rojek bîryar dide û dixwaze ku van pirsgirêk û têkîliya xwe ya bi bavê xwe re, sererast bike. 

Fîlmê serbixwe “Honey Boy” ji aliyê Alma Har’el ve hatiye kişandin û senaryoya wê Shia LaBeouf nivîsandiye û yek ji fîlmên balkêş ên sala nû ye. Derhêner Alma Har’el bi belgefîlm û vîdyoyên muzîkan ve tê naskirin.

Harley Quinn û hevalên xwe yên nû; Huntress, Black Canary, Detektîv Renee Montoya ji bo rizgarkirina keçeka ciwan ku ji aliyê lordê sucê yê bi navê Roman Sionis ve hatiye revandin, tên cem hev û dikevin têkoşîneke dijwar û zor.

Fîlmê Amerîkayê “Birds of Prey” ji aliyê derhêner Cathy Yan ve hate kişandin û senarîstê fîlmê Christina Hodson e.

Fîlmên vê hefteyê:

“Nuestras Madres” / Derhêner û Senaryo: Cesar Diaz

“Dark Waters” / Derhêner: Todd Haynes û Senaryo:Mario Correa, Matthew Michael Carnahan

“Perî: Agzi Olmayan Kiz” / Derhêner: Can Evrenol û Senaryo: Can Evrenol, Kûtay Ûcûn

“Honey Boy” / Derhêner: Alma Har’el û Senaryo: Shia LaBeouf

“Birds of Prey (And the Fantabulous Emancipation of One Harley Quinn)” / Derhêner: Cathy Yan

û Senaryo: Christina Hodson

“Spycies”/ Derhêner: Guillaume Ivernel, Zhiyi Zhang û Senaryo: Stéphane Carraz, Michel Pagès, Zhiyi Zhang

“Şahane Hayaller” / Derhêner: Omer Faruk Yardımci û Senaryo: Omer Başdogan, Fûrkan Başdogan

“Wake Up” / Derhêner û Senaryo: Joe W Nowland

“Hûmraz Cîn Tarîkati” / Derhêner û Senaryo: Tayfun Can Demirtaş

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: