Di Nabeyna Qada Norolînguîstîk û Polîtîk de; Fîlma “Di navberê de” ya Ali Kemal Çınar

Nivîs: Mistefa Dogan

Derhênerê Frensî Jean-Marie Straub, li ser pirseke derbarê fîlmên polîtîk de bersiveke wiha dide: “Ne ku hema rojekê ji nişka ve ji xewê rabûm û min got ‘Ez ê fîlmên polîtîk bikşînim.’ Ji ber ku her tişt polîtîk e, em qala çi meseleye bikin jî ew, polîtîk e.”

Di hunera Kurdî de jî ev yek xwe dide der. Di vê atmosfera ku Kurd bi dehan sal in tê de ne, helbet hunermend kîjan mijarê bide ber xwe, hêleke wê ya polîtîk heye.

Ali Kemal Çınar, yek ji derhênerên jêhatî yên Kurd e. Wî heta vêga çar fîlmên metraj-dirêj kişandine. Hûn jî dizanin ji bo sînemagerekî Kurd, kişandina fîlmên metraj-dirêj çendî zor û zehmet e. Ji naveroka fîlman cuda, vê hewl û zîrekiya Çınar bi xwe jî hêjayî pesindayînê ye.

Ez dixwazim li ser fîlma wî ya bi navê “Di navberê de”(2018) çend tiştan bêjim.

Serkarakterê fîlma “Di navberê de” Osman e. Ew, li senayiyê temîrkar e. Dixwaze bizewice lê ji ber ku ji civakê dûr e yanî asosyal e, nikare vê yekê bi serê xwe bike. Diya wî jê re çend keçikan dibîne lê hin kêşeyên Osman hene; Osman nikare du karan bi hev re bike, Osman Kurdî baş têdigihê lê nikare qise bike. Sedema vê yeke jî travmeyeke wî ya zaroktiyê ye; rojekê diya wî tê mektebê, Osman bi tirs û xof bi dawa wê digre û dibêje; “Amann, nebî nebî bi Kurdî xeber nedî li vir.” Li gorî ku diya wî qal dike, vê “kêmbûna” Osman ji wê rojê ve dest pê kiriye. Ji ber van qisûrên xwe, Osman di têkiliyên xwe de bi ser nakeve û ev yek wî dixe nav travmayên dîtir. Axirê qerar dide ku vê mesele safî bike û diçe saziyeke pedagojîk a zimanê Kurdî.

Derhêner Çınar, li ser vê kargeha ziman, rewşa Kurdan bi hostayî dide ber çavên me. Ji mamosteyan yek, di fermiyetê de mamosteya Tirkî ye lê ew bi xwe mamosteya Kurdî ye. Çınar bi riya vê mamosteyê, berê me dide “dinavberêdemayîn”a bi sedan kesên ku di vê rewşê de ne.

Xebatkarekî vê saziyê bi Kurdiyeke nîvco diştexile, dîsa xwendekarekê vê kargehê nikare bi dengekî bilind biaxive. Yek ji wan jî ji Rojavayê Kurdistanê ye û ew jî ji ber têkilheviya zimanên ku dizane, zehmetiyan dikşîne. Ali Kemal Çınar, bi riya vê kursê, Kurdên parçeyên dîtir di yek banî de tîne ba hev û ji bîneran re qala vê kêşeya norolînguîstîk a hemû Kurdan dike. Dibêjim hemû Kurdan; çimkî em hemû di pedagojiya zimanên din de perwerde bûne û kêm kes ji me, ji van probleman bêrî ne.

Gelo meriv dikare ji vê fîlmê re bêje polîtîk? 

Me di serî de mîsalek ji gotina Straub da. Çınar li ser birîneke mezin a Kurdan sekiniye. Meseleya ziman, meseleya perwerdeya bi zimanê Kurdî. Ji ber ku ev mesele, di hemû kêşeyên nasnameyî yên Kurdan de, meseleyeke kilît e; erê, Çınar rasterast fîlmeke polîtîk kişandiye. Ez ne bawer im ku derhêner gotibe “Ez dive fîlmekî polîtîk bikşînim.” Na, jixwe hemû kêşeyên Kurdan kêm-zêde polîtik in, mirov dema Kurdan bixe fokusa kameraya xwe, ev yek bivê-nevê pêk tê.

Fîlm, li Diyarbekirê hatiye kişandin. Diyarbekir, nexasim piştî salên 70 û 80yî bûye navendeke polîtîk a Kurdayetiyê. Çınar, di fîlmeke ku berê kameraya xwe daye ser problemên zimanî(nasnameyî) de, Diyarbekir kiriye mekan. Ji bo temsîla problemên polîtîk ên Kurdan, bijartina metropoleke wisa navendî jî bi ya min tercîheke di cih de ye.

Çınar, di fîlmê de, aliyê norolînguîstîk ê meselê zehf derxistiye pêş lê bi ya min ev ne hewce ye. Travmayên têkilî hîs û zimanî helbet girîng in lê bi ya min nifşekî an jî du nifşên din ên Kurdan dê van kêşeyan nekşînin. Çimkî wisa here “zimanê dayikê” yê wan êdî wê bi Tirkî be. Dema mirov bala însanan bikşîne ser meseleya mafê perwerdeya ziman, bi ya min ne hewce ye mirov vê yekê li ser kêşeyên du an jî sêzimaniyê deyne. Helbet ev jî yek ji xala meseleyê ye lê ne ya sereke ye. Ev kêşe berî qada norolînguîstîkê, kêşeya qada siyasetê ye.

Di hêla teknîkî an jî şeklî ve lazim e ez bibêjim ku nexasim jenerîka fîlmê lê nehatiye. Dema meriv fîlmê vedike heçku dê bernameyeke pedagojîk derkeve pêşberî meriv.

Herwiha di nav fîlmê hin întertîtir hene; wekî “Osman dixwaze bizewice”, “Osman dixwaze hînî ziman bibe.” Bi ya min ev ji hêla şeklî ve kalîteya fîlmê dixîne û di hunerê de hewceyî pê nîn e mirov her tiştî wisa yek bi yek bixe ber çavê temaşevanan.

“Eger tu têkçûyiyek bî, tekane teseliya te ew e ku yên li derdora te giş têkçûyî bin.”

Herî dawî li ser sekansa dawî ya fîlmê jî tiştekî bêjim. Wekî tê zanîn, bi Pêla 3yem a Sînemaya Cîhanê, êdî kompozîsyonên klasîk ên fîlman li paş man. Loma jî êdî piraniya fîlman bi “fînal”ekê naqedin. Jixwe ne hewce ye jî, çimkî tiştekî ku diqede tune ye asas di jiyanê de. Di sehneya dawî de Osman di hundirê erebeya xwe de ye, li hemberî wî kesek heye ku nikare wesayîda xwe park bike. Diyar e ku di ajotina wesayîdê de “kêm” e. Te dî Osman jî di hin meseleyan de kêm e. Dema min ev sekans dît, yekser gotina Umberto Eco ya di romana “Numero Zero” de hat bîra min.(r.176)

Eco dibêje: “Heke tu têkçûyiyek bî, tekane teseliya te ew e ku yên li derdora te giş têkçûyî bin.”

 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: