Di rojên Coronayî de nîşandana Servekirî

Li bajarokê Schertzê yê girêdayî Parêzgeha DYAyê, otoparka xwe ji bo temaşevanan kirin sînemaya servekirî.

Li gorî nûçeya malpera kovara Altazıyê ku ji malpera IndieWireyê hatiye wergerandin, li Bajarokê Schertzê yê girêdayî Parêzgeha Texasê ya DYAyê, otoparka xwe ji bo temaşevanên sînemayê kirin sînemaya servekirî.

Nexweşiya koronayê di van rojan de bandorê li hemû qadên jiyanê dike û ji ber vê yekê li seranserê cîhanê salonên sînemayê hatin rawestandin. Di vê rewşa dijwar de, li Bajarokê Schertzê yê girêdayî Parêzgeha Texasê ya DYAyê, otoparka xwe kirin sînemaya servekirî û temaşevan dikarin ji otomobîlên xwe fîlman temaşe bikin û dengên fîlman jî li ser kanalên FM û AM’yê têne guhdar kirin.

Nîşandana fîlman ji dîroka 27’ê Adarê bi vir de, her roj ji danê êvarê heta saet 22:00an bê pere didome. EVO Entertainment, pêşgirîyên tund ên hîjyenê digirin û ji firotina xwarinan pere qezenc dikin. Pargidanî eşkerekirin ku piştî nîşandayîna fîlmê “Spider-Man: Homecoming” (2017), fîlmên wekî “Grease” (1978) û “Top Gun” (1986) jî werin nîşandan.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: