Di Sînemaya Ingmar Bergmanî de: Xewn û Rastîn!
Ingmar Bergman yek ji Derhênerên herî mezin ên dîroka sînemayê ye û mora xwe li “Hunera Heftemîn” daye. Derhênerê navdar ê Swêdî Bergman, fîlmên xwe bi dîmen û zimanekî helbestkî ve kişandine.
Di sînemayê de ramaneke heye û bi kurtayî weke “Xewn sîtava rastînê ye û ji wê sîtavê rastîneke nû derdikeve holê…”, têne rave kirin. Mirov dikare vê ramanê bi hevokên “Kesê ku xewn nabîne nikare fîlm bikêşîne..” re îfade bike.
Di gerdûn û xwezayê de, weke encama dîyalektikê hemû tişt diguhere û veguhure. “Hunera Heftemîn” ango sînema; bi hemû huner, zanist û dîsîplînên jiyanê ve di nav têkîliyeke de ye û wan ji bo hunera heftemîn hem çavkanî ne, hem jî hebûna xwe digel wan xurttir dike. Sînema herî zêde bi zanistên Derûnnasî û Civaknasî û hunerên wekî Wêje, Muzîk, Şano û Wêne we di têkiliyeke xurt de hebûna xwe didomîne û xwe ji nû ve diafirîne. Sînema li gorî hunerên din ciwantir e û hemî van dîsîplînên jiyanê di bin sîwana xwe de dihewîne.
(Smultronstället – 1957)
Çavkaniya fîlmên Ingmar Bergmanê “xewn” e û li gorî wî bi tenê sînema ji bo veguhestina xewnê, di nava hunerên din de hunereke herî serketî û bandorker e. Derhêner Ingmar Bergman bi fîlmên xwe ve; êş, hez, hêvî, şahî, rewşa ruhî, şayîş hwd. mirovan bi awayekî herî baş tîne zimên.
(Vargtimmen – 1968)
Di sînemaya Derhênerê cîhanê Ingmar Bergmanî de bandorên wekî rêmanên; xewn, bîranîn û rastîn, diyarker û girîng in. Fîlmên Bergmanê bi piranî di nava atmosfera xewnê de derbas dibin û rewşên ruhî yên qehremanên (karakter) fîlmên xwe diguhêze. Vîdeoya bi navê “Bergman’s Dreams” qala zimanê vebêjana fîlmên Igmar Bergmanî dike û bandorên xewnê ku li ser fîlmên wî çawa ye, wê vedikole.
(En passion – 1969)
Herikîna fîlmên Ingmar Bergmanî bi atmosfer û zimanekî ve helbestkî derbas dibin û bi nerîn û tevgerên xwe ve temaşevanên xwe di nava rêwîtiyeke efsûndar û aram de digerîne. Fîlmên wê wekî fîlmên Derhênerê navdar ê cîhanê Andreî Tarkosvkyî li dijî lez û bêruhiya çaxê dengekî bilind û watedar derdixe.
Vîdeoya “Bergmans Dreams” ku di der heqê sînemaya Ingmar Bergmanê de hatiye kişandin, fîlmên wî yên wekî; “Smultronstället” (Wild Strawberries) – 1957,”Vargtimmen” (Hour of the Wolf) – 1968, “En passion” (The Passion of Anna) – 1969, “Viskningar Och Rop” (Cries and Whispers) – 1972, “Höstsonaten” (Autumn Sonata) – 1978, “Fanny och Alexander” (1982), bi nerîneke ruhî û derûnnasî ve vedikole.
Nivîs: Rûmet Med (Rûmet Onur Kaya)
Çavkanî: https://youtu.be/JFQtlSvdWxQ
https://www.criterion.com/shop/collection/5-ingmar-bergman
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com