Di Sînemaya Kurdî De Îmaja Self-Kolonyalîst*

Nivîs: Welat Ramînazad

Em dikarin dîroka sînemaya Kurdî bikin çar qonax: A yekem ji filma Zarê heta sala 2000’an, a duyem ji sala 2000’an heta sala 2010’an, a sêyem ji 2010’an heta sala 2020’an, a çarem ji sala 2020’an dest pê dike û dewam dike

Dema ku em dinêrin sînemaya Kurdî li çar parçeyên welat her geştir û berztir dibe; ev sê qonax nîşanî me didin ku di qonaxa çarem de, di sînemaya Kurdî de wê pêngaveke mezin çêbibe û pêleke gewre derbikeve!..

Herçend sînemaya Kurdî her geştir dibe jî ji gelek aliyan ve problemên wê yên cûr bi cûr hene. Wekî teknîk, produksiyon, ontolojîk, felsefîk…  Yek ji problema sereke ya sînemaya Kurdî jî ev e; bi berdewamî sih sal in ku dîroka sînemaya Kurdî heye lê di sînemaya Kurdî de îmaja Kurdan an jî îmajeke Kurdî hê jî ava nebûye. Ji ber ku ev problem hê safî nebûye, di sînemaya Kurdî de em rastî problema îmaja self-kolonyalîzm û self-oryantalîzma Kurdan tên.

Çiqas ji me bê, divê em li ser problemên sînemaya Kurdan bi kûrahî û berfirehî munaqeşe bikin, li ser wan bifikirin, rexne û analîzan bikin. Heke em vê yekê bikin, ev geşedana wê dê mezintir û bibandortir bibe.

10 kurtefilmên Kurdî

Di vê nivîsê de heta ji min bê ez ê behs bikim û nîşanî we bidim bê ka di deh kurtefilmên Kurdî yên li Bakur de çawa îmaja self-kolonyalîst a Kurdan heye.

Kurtefilma “Bisqilêt” (2010) a Serhat Karaaslan, “Dema Ku Genim Dirijin” (2010) a Orhan Înce, “Xewna Yusiv” (2011) a Ferît Karahan, “Defter”(2013) a Roza Erîzînê, “Berfeşîr”(2013) a Serhat Karaaslan, “Mara”(2016) ya Ciwan Zengîn-Meral Yeğin, “Piyê Min Toz Şekir”(2016) a Sedat Barış, “Qemçûrçî”(2016) ya Nedim Rojhat Yeşilçinar, “Mirov”(2017) a Hasan İnce û “Cristiano Ronaldo”(2018) ya Ciwan Zengîn.

Gelo çi hevbeşiya van kurtefilman heye?

Yek; ji xeynî “Dema Ku Genim Dirijin”, “Berfeşîr”, “Mirov û Qemçûçî” mijara kurtefilmên din bi konjektera sosyopolîtîk a çil salî ya dawî re têkildar in.

Dudu; ji xeynî kurtefilma “Xewna Yusiv” û “Qemçûrçî”, lehengên kurtefilmên din zarok in. Sê; mekanê “Bisqilêt” û “Cristiano Ronaldo” bajar in, ji xeynî wan mekanê kurtefilmên din gund in. Lê guhertina mekanî û strukturê qet ferq nake, di hemû kurtefilman de îmaja Kurdan heman e.

Em ji aliyên ekonomîk, lixwekirina cilûbergan, peyzaja gundan û mîmariya hundirê xaniyan ve li îmaja Kurdan binêrin.

Îmaja Kurdan çawa ye?  

Di kurtefilman de: Kurd ji hêla ekonomîk ve feqîr, reben, mexdûr û gundî ne û di nava tunêbûnê de dijîn; cilên Kurdan kevn, çilmisî, pînekirî ne, ji vê hêlê ve îmajeka negatif a Kurdan heye. Ji hêla mîmariyê û hundirê xaniyan ve, xaniyên Kurdan hilweşiyayî û kevn in. Ji aliyê peyzaja gund ve jî gund tewşomewşo û bêpergal in; ji vê hêlê ve jî îmajeke neestetîk a Kurdan heye.

Di hemû kurtefilman de jî perspektîf, fehm û nêrîna estetîk a derhêneran bi mekan tune ye; wekî mîmarî, hundirê xanî, peyzaja gund û bajarî, lixwekirina cilûbergan, îmaja Kurdan a dewlemendî, hunerhezî, xwedanzewqî, zanatî û bajarîbûnê tuneye.

Di kurtefilman de bi kurtasî ez ê vê îmajê nîşan bidim. Ji ber ku heman îmaj heye, ez ê hevok û peyvan dubare nekim û vê îmajê pênase bikim.

Bêpergal, nexweşik û nerind e

Di “Dema Ku Genim Dirijin” de, malbateke feqîr û reben heye. Xaniyê wan ewqas kevn e ku tu dibêjî qey dike hilweşe. Hundirê xanî bêpergal, nexweşik û nerind e. Cilên karekteran pînekirî û diryayî ne. Di vê kurtefilmê de ji hêla kesayetî û karekterê ve jî, îmaja Kurdan nebaş e; ji bilî zarok, hemû kesên din nebaş in. Di kurtefilmê de bavekî dîktator heye, ji bilî zarokekî biçûk, bav û birayê mezin gelek zalim in. Ziravê birayê mezin ji bavê wî diqete û gelek binketî ye. Bav ji kurê xwe yê mezin re dibêje, “mirîşkekê serjê bike.” Zarok ji mîrîşkan gelek hez dike. Ji bo ku mîrîşk neyê serjêkirin kêr, cilêt, das; çi hebe vedişêre. Ev hezkirina zarok di kurtefilmê de hatiye problematîzekirin.

Ma ew jî ne insan in?

“Bisqilêt”, kurtefilmeke bê diyalog e. Di seranserê kurtefilmê de feqîrek û tunebûnek heye. Ma hewce ye ku ez qala mîmariya taxê bikim. Jixwe hundirê malê di kurtefilmê de nayê nîşandayîn. Di “Bisqilêt”ê de kurek û bavek ji çopê tiştên wekî xurdeyan kom dikin. Di taxeke getto ya bajêr de dijîn. Jixwe ji karê wan û taxa wan diyar e ku çiqas feqîr in. Rojekê kurik bisqilêtê dibîne lê tekerê dawî yê bisqilêtê tune ye. Lê bi vî hawî jî li bisqilêtê siwar dibe. Rojekê di destê kesek bêmal de tekerek dibîne, kurtefilm jî li ser vê xwe ava dike. Ehlaqparêzî û heqparêzî di kurtefilmê de hatiye problematîzekirin. İnsanên ku proleterî jî bi dest wan nakeve, derhêner bi kurtefilma xwe wan dike sembola heq û ehleqê. Kirina vê yekê gelo çiqas rast e? Di kurtefilmê de zarokek bêbisqilêt dimîne lê ehlaq û heq bi ser dikeve.

Nikare zarokekî bike xwedî bisqilêtek

Binêrin sînemaya Kurdî nikare zarokekî Kurd jî bike xwedî bisqilêt û bisqilêtekê jî ji zarokên me re zehf dibîne. Sînemaya ku nikare zarokekî xwe bike xwedî bisqilêtek, gelo rast e ku em ji vê sînemayê tiştên mezin taleb bikin? Na! Na! Ger em tiştên mezin ji sînameyê, edebiyatê taleb nekin nexwe tiştên baş jî wê neyên afirandin.

Belengazî di nav xaniyan de

Di “Xewna Yusiv” de mîmariya xaniyan bêpergal û tewşomewşo ye. Peyzaja gund ne birêkûpek e. Serleheng bi xwe karmendek e. Lê karmendê me jî di nava belengaziyê de dijî. Em hundirê xaniyê leheng dibînîn; ti rêkûpekî tune ye û tevlihev e. Ez par li Mûşê bûbûm mêvanê hevalekî xwe, hundirê mala xwe giş li gor zewqa xwe dîzayn kirîbû. Refên pirtukxanê wî bi xwe çêkirîbî. Çima Kurdên wilo nabin mijarê sînemaya Kurdî?

Romantîzekirina feqîriyê

Di “Defter”ê de jî xanî û gundekî bêplan, bêpergal û nexweş heye.

Her wiha di kurtefilma “Mara” de xaniyek heye tu dibêjî qey bi zorûbela li ser piyan disekine.

Di “Berfeşîr”ê de dayik ji ber feqiriyê nikare ji zarokekî xwe re “dondurme”yekê bikire. Li vir hêj serşoka Kurdan çênebûye. Di teştê de li ser banan xwe dişon. Malên gund wekî kurtefilmên din in. Çîroka “Berfeşîr” çîrokeke romantîzekirî ye. Tunêbûn tê romantîzekirin. Divê tunebûn bihatana problematîzekirin ku çawa bandor li derûniya me kiriye. Leheng zarokek e. Li gor xwestina arezûya kurtefilma “Bisqilêt”, li vir arezûyeke biçûk heye. Arezûya stendina “dondurme”yek heye. Xwenegihandina berfeşîrekê, çawa tesîr li derûniya zarokekî dike. Ji ber ku daxwazên me yên wekî “dondurme”yek, “bisqilêt”ek nehatine cîh, em ewqas bi xwe ne bawer in, nikarin di jiyanê de dewa tiştên mezin bikin.

Çewalê şekir dike pîjema!

Di seranserê kurtefilma “Piyê Min Toz Şekir”ê de, feqîrî heye. Ji ber feqîriyê, dayik ji mêrê xwe re çewalê şekir dike pîjema. Bav jî nikare ji zarokê xwe ra pêlîstokekê bikire. Mîmarî, hundirê xanî û peyzaja gund wekî kurtefilmên din e.

Sal jî dibihûrin lê Kurd her eynî ne

Di “Mirov” de dîsa zarokek heye. Zivistanan pîrek bi tikûtenê dijî. Rojekê zarok diçe mektebê, dibîne ku ezingên pîrê tunene, her roj ji pîrê ra ezingan tîne. Gund û xanî wekî kurtefilmên din in. Ma qey di gund de kes tune ye alîkariya wê bike. Çilê zivistanê pîrê bê ezing maye. Hasan Înce û Orhan Înce merivên hev in. Bi hev ra kar dikin. Di navbera “Dema Ku Genim Dirijin” û “Mirov”ê de heft sal hene lê îmaja Kurdan eynî ye.

Di “Qemçûrçî”yê de jî feqîrî heye. Kurd ji ber feqiriye nikarin baca “qemçûrçî”ye bidin. Ji hêla mîmariya ve dema em mêze dikin, şêniyê malê û heywan di nava hev de dijîn. Ji ber baca qemçûrçiye malbatek çawa heywanên xwe vedişêre, mîjara kurtefilmê ev e.

Di “Cristiano Ronaldo”yê de dayikek û zarokek heye, mêrê jinikê wenda ye. Di nava feqîrî û belengaziyê de ne. Diçin cem nasekî xwe, li baxçeyê xaniyekî hilweşiyayî rûdinin, nasê wê qazaxekê dide zarokê wê. Wekî kurtefilmên din di vê kurtêfilmê de jî mîmariya xanî û peyzaja bajêr tewşomewşo, tehlihev û bêpergal e.

Çawa giş wek hev lê dinêrin

Ev kurtefilman di navbera salên 2010 û 2018’an de hatine kişandin. Bifikirin; di kurtefilmên di navbera hêşt salan de hatine kişandin de, îmaja Kurdan heman e. Ma qey normal e ku di nabeyna heşt salan de îmaja Kurdan di kurtefilman de qet neguheriye, bi heman awayî xwe dubare dike? Çawa dibe ku di hişê hêşt derhênerên Kurd de heman îmaja Kurdan heye? Gelo li vir problemek û anormaliyek tune ye? Hemanbûna vê îmajê we jî aciz nake?

Neynika kolonyalîstan

Sedem çi ne ku di hişê derhenêrên Kurd de heman îmaja Kurdan heye?

Yek; hemanbûyîna vê îmajê rastêrast bi self-kolonyalîzmê re têkildar e. Kolonîzebûyî bêneynik in, neynika wan hatiye şikandin. Ji ber ku bê neynik in, neynika wan her neynika kolonyalîstan e. Di encama vê de mekanîzmayeke gelek eceb çêbûye. Di têkiliya kolonyalîst û kolonîzebûyiyan de, mirovên kolonîzebûyî bi çav, aqil û bi dilê kolanyalîstan li xwe dinêrin, xwe wisa dinirxînin, hîs û pênase dikin. Ji neynikê qesta min xwebûyîn e, yanî wek aqil, dil, erk û nirx… Dema ku tu mirovê netewa kolanîzebûyî bî, qet haya te ji te tune ye ku tu bi neynika wan li xwe dinêrî. Tu wekî mirovê kolonîzebûyî, dibî xwedî hişmendiya polîtîk jî, tu dibêjî qey te êdî xwe ji bandora kolonyalîzmê rizgar kiriye lê haya te ji te tune ye ku hê jî bandora kolonyaliyê bi te re heye. Bandor û texrîbata kolonîzebûnê ewqas kûr, komplîke û giran in yanî. Mînak; di nava van deh kurtefilman de  ji xeynî “Dema Ku Genim Dirijin”, “Berfeşîr” û “Mirov”, kurtefilmên din polîtîk in, her çiqas ev her sê kurtefilm ne polîtîk bin jî derhêneren wan xwedî hişmendiya polîtîk in, lê kurtefilm çi polîtîk bin çi apolîtîk; bi tevahî self-kolonyalîst in. Ji vir derdikeve holê û em dibînin ku dibe mirov xwedî hişmendiya polîtîk be lê ew nayê vê wateyê ku di heman demê de meriv xwedî hişmendiya dij-kolonyal e.

Di têkiliya kolonyalîst û kolonîzebûyiyan de kolonyalîst diskûran diafirînîn, kolonyalbûyî jî di etra xweparastinê, bersivdayînê û xwedanfehmkirinê de ne. Ka bala xwe bidinê; di sohbeteka Tirk û Kurdekî de jî Kurd her hewla xweparastinê û xwevegotinê de ye. Mînak; di deh kurtefilman de jî ev diyarde berbiçav e. Hevbeşiya din a “kurtefilman” ji hêla cureya çîrokê ye.  Di hemû kurtefilman de çîrokek ne fictionî ne çirokek ji jiyanê ye û çîroka kurtefilman li pêş e. Derhêneran hemû hêza xwe daye ku çîrokê bidin nîşandayînê û bi nîşandayînê çîrokê xwe bidin vegotin û fehmkirin.

Haya wan ji bayê felekê tuneye!

Dudu; jixwe hişê xwe ji kolanyalîzmê rizgar nekirine û neşûştine; kurtefilm nîşanî me didin ku haya derhêneran bi self-kolonyalîzma bi wan re jî tuneye.  Derhêner li ser îmaj û temsîla neteweya xwe nefikirîne, binhişê xwe nekolandine, û xwe bi xwe jê pirsyar nekirine. Ev jî nîşanî me dide ku derhêner li ser film û kurtefilmên xwe nefikirîne û haya wan ji wan tuneye ku çawa temsîlek û îmajeke self-kolonyalîst çêkirine. Her wiha haya wan ji wan tuneye ku bi vî awayî li xwe û netewa xwe xirabiyê dikin.

Gelo di kurtefilman de çi xisûsiyetên Kurdan ên pozîtîv hene? Bi vê pirsê jî dema min berê xwe da filman, min diyardeyeke berbiçav tespît nekir. Gelo di binhişê derhêneran de ji bîlî vê îmajê, îmajeke din Kurdbûnê tune ye?

Ferqa bindeset û serdestan çi ye?

Di sînemaya Tirk, Faris û Ereban de îmaja Kurdan çawa ye? Em firehiya pirsa xwe ji bo sînemaya Tirkan teng bikin; gelo di dîroka 70-80 salî ya sînemaya Tirkan de hûn qet rastî Kurdekî zana, xwende, dewlemend, xudanzewq hatine? Heta hûn qet rastî îmaja Kurdekî çê û baş hatine? Ji hêla îmajê ve çi ferqa van kurtefilman û yên sînemagerên serdestan hene? Ferqeke mezin û berbiçav tuneye.

Sebahattin Şen di kitêba xwe ya bi navê “Gemideki Hayalet”ê de (Xeyaleta di keştiyê de) nîşanî me dide ku Tirkan bi sînemaya xwe çawa temsîl û îmajeke  Kurdan çêkiriye.

Erê realîte lê ne bi vê ecebê!

Sê; derhênerên van kurtefilman nikarin bi hunermendiyê “realîteyê biguherînîn”. Gelek kes wê bêjin; rastiya ku di kurtefilman de heye, jixwe rastiya jiyana Kurdan e. Ez jî nabêjim realîteyeke di kurtefilman de, realîteya Kurdan ewqas dûr e. Lê sînema ji rastêrast ne teqlidkirina realîteyê û nîşandayîna realîteyê ye. Ger tu nikari realîteyê biguherinî, tu vê realîteye ji nû ve diafirinî. Bi vî awayî jî tu xirabiye dikî. Mînak; piraniya berhemên sînemaya Kurdî, her rebenî, feqirtî û gundîbûna Kurdan ji xwe ra dikin mijar lê tene vê rebenî, feqirtî û gundîbûnê ji nû ve diafirînin. Ji bo ku em vê feqirtî û rebeniyê têk bibin û xwe ji van xelas bikin û bibin “bajarî” çi tesîra wan hene?

Afirandina îmajeke estetîk

Çar; piraniya derhêrên kurtefilman negihiştîn vê afirîneriye ku bikaribin îmajên estetîk biafirînîn. Wekî yên civakî, kulturî, mîmarî ûwd. Bo nimûne Van Gogh, Paul Cezanne di resmên xwe yê naturmortande de bi hunermendiya xwe dikarin amûrên ku bûnê çop, bêqiymet, kevn û çilmisî, ji nû ve biafirînin, wateyeki din bidin wan û wan estetîze bikin.

Çi muhendîsiya sînemeya Kurdî heye?

Pênc, piraniya derhênerên Kurd negihiştin vê idraqê ku sînema muhendîsî ye. Di sînemayê de îmaj bi hişmendiya muhendîsiye tê înşakirin. Ji aliyê înşakirina rol-modelê ve çi muhendîsiya sînemeya Kurdî heye? Bi tevahî di sînemaya Kurdî de çend karekter û qehremanên wî hene ku Kurd wan ji xwe ra bikin rol-model?

Şûna encamê

Di destpêka nivîsê de me gotibû sînemaya Kurdî ketiye qonaxa xwe ya çarem, qonaxeke welê ku pêngav û pêlekê gewre di sînga xwe de dihewîne . Ew pêl û pêngav xwe dide kifşê; li Rojava pêlek hêdî hêdî dixuye, her wiha li parçeyên dîtir jî. Bi ya min gerek e sînemaya Kurdî muhasebeya xwe ya sîh salên dawî bike. Bi giranî jî li ser pirsa “Ka em bi çavên kê û bi çi çavî li xwe dinêrin?”. Di vî nivîsê de me hewl da ku tozek be jî bersiva vê pirsê bidin. Girîngiya vê pirsê ev e ku deriya ber bi xwebûnê ve vedike; ji sînemaya Kurdî re ‘çavek’ divê, ‘çavek’î ku ji me û bi destê me ava bûyî. Bi hêviya ku em xebatên xwe sînemaya Kurdî bikin xwedî ‘çavek’î rind û jîr.

*Vê nivîs berî di Kovara PolitikART(281)ê de hatîye weşandin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: