Di Strana Şivên a “Laz û Kurd” de Destpêkeke Rûxarkî

Nivîs: Ferec Koyistanî

Şivan Perwer, Şivanê me kurdan, yê ku ji naverasta salên 70yî ve hinde nîv qirnekê ye ku bi muzîka xwe ya bi piranî têkel ji kevneşopê û tarzine dîtir ên nû, mêvanê civatê ye; hin caran bi qaçaxî, hin caran jî li meydanên mişt bi milyonan. Maşalê rojekê muzîkologên me bigihên û bi girîzgeheke kûrtir dest pê bikin Şivên û berhemên wî yek bi yek vegêrrin, ji dêvla eva min a ku nekarî xwe dawerivîne ji hestan. Jixwe ji guhdêriyeke profesyonel wêdetir, ji ber pêdiviya neteweyekî hebûn-qaçax bi vegêrrekî hebû ku wî ber bi hev de bîne û qewîn bike, ew çendî baniya li sewta Şivên û ji ber vê “Şivan-Perwerî”ya xwe rastî asaqên fizîkî û wd. jî hat nexasim jî di salên 80yî û 90î de.

Di gel çawaniya tarzên muzîka Şivên, vêca gelo temayên di wan de çi ne? Ev pirs dê mihim be hem ji bo strana ku ez ê hêdî hêdî berev wê biqedimim û hem jî heg mirov ketûber dêhna xwe bide strana Êzdînşêr Beg an jî Şêxa Delal yên ku milkê folklorê ne, dê bê dîtin ku temaya ya ewil berberiya di nav mîrekên Botan de ye, lê di ya duyem de bêriya yarê, hestên bêhtir takî û evînî hene. Û jixwe dê pir ecêb bûya ku me ji Şivanekî bes stranên di dirbê “Kî ne Em”ê de guhdarî bikirana ku wê bes bi armancên çînayetî/neteweperweriyê rabûna. Axirî, ji balbirina destnîşankirina temayên stranên wê bêhtir, min bi vê deqê nêt heye ku qala temsîlekê bikim ya ku di destpêka straneke wî de fêhma mirov aciz dibe pê.

Strana Laz û Kurd ji albuma wî ya “Xewna min / Dr. Qasimlo ye, ya ku 1991ê de belav bûye, heke di wê salê de rê pê xistibe û xwestibe xwe bi guhdêrên Kurdistanê bide guhdarîkirin jî mihtemelen ew ê bi qaçaxî hatibe, ji ber hîn du salên qut î gulover hene ku kurd ê rabin betaltir bikin betalbûna wê qanûna ku peyivîna zimanên xeyrî-tirkî berbend kiribû û hêdî hêdî kurdî-tiyê bi rêk bixin.

Çawa ku dê ecêb bûya payîna tarzekê ji hunermendekî/ê ku wê/î yê pê bistira, bi awayekî ji awayan me yê temayine yekreng/dubare jî ecêb bidîtana (qe neba min ê) ji lewma, aciziya ku bi vê stranê re li fêhma mirov diqeside, ne ji ber temaya wê ye ku dêhna mirov dibe ser derûniya karkerên ku li Almanyayê hêwir danîne; belku ji ber temsîliyeta wan e, ji ber ku Şivan ew peyivandine piştî ku stran wilo daye naskirin: “Li welatê xerîbiyê, bêganiyê: Çîroka Laz û Kurd”. Bi vê peyivandinê re jixweberkê ew karakterîze kirine û bivê nevê ji wan re temsîliyetek jî daniye.

Ji bilî vê karakterîzekirinê ya ku diyalog û danasîn bûne misebibên wê, dibêjim qey dê ti beloqiyeke dîtir jî nîn be tê de ku mirov li ser çend qisetan bike. Û her weha ji ber hêmayek ji folklorê deyn kiriye û pê straye tê de “lê bilbil kirin qefesa zêrîn / dîsa ban kir, go: ax, welatê m’ kanî, hesta ku hatiye armanckirin ciwantir û biderbtir peyda dibe li guhdêran, tevî vê yekê; ji ber cihenava “Gola Wanê” û “Derya[ya]* Reş” jî tê derbas dibe, yên ku wekî du derine armanckirî ne ku wê “bilbilê[n]* jorbihurî qefesan bişikînin û li wan vegerin”, nexeşeyeke cografîk a du welatan, Kurdistan û Lazistanê jî ji guhdêran re tê xêzkirin, wate divê di heqê wê de rûnêm li beşê ku heq dike. Û li gorî dema xwe girîng e bi min; ji bilî Kurdistanê xêzkirina nexşeya welatekî bi navê “Lazistan”,  yê ku tê heye ku gelek guhdêrên Şivên cara ewil bi vê rêka stranê ev nav bihîstibe.

Her çendî dê şopgerandineke bi zorê be ku rabim bidim dû wê kartêkeriyê ya ku diyalogeke pexşankî di stranekê de bi cih kiriye jî; lê ji bo danasîn û peyivînên pexşankî yên di gelek stranên Şivên de hene, dîsa dikarim kevneşopê di bîra xwe de bînim, bes ne kevneşopa kurdan bi tenê, ji ber ji bilî dîtin û wê şahidiyê ku dengbêjan serê pêşîn kilamek bi pexşankî daye naskirin an jî di nav re peyam/şîreteke dîdaktîk li civatê kiriye, wekî din piraniya me ji xwendina romanên Tolstoy-warî jî hay bûye li kevneşopeke wiha, yên ku di wan de beriya beringê danasîna karakter/lehengan cih girtiye.

Heçku ez ê çend bend şûnde jî nikaribim xwe di ser kartêkeriya kevneşopê re qevaz bikim, lê vê gavkê rûxsar. Danasîna stranê û diyalog (beşê pexşankî) tevde di navbera 32-33 saniyeyan de diqewime, tevî ku klîbeke vê stranê tune ye jî mimkin e ku mirov van 32-33 saniyeyan hesab bike nola fîlmekî mînîmînal. –Piçekî jî ji loma bû karakterîzekirin û temsîliyeta ku li jorê hingivîmê–.  Ji şingeşinga piyan û firaxan mirov hay ji mekanekî dibe tê de, ê ku mimkin e ku fast foodek be jî yan jî xwaringeheke erzan, piştî ku danasîn tê pê. Gazina ewil ji karker (karakter)ê tirk tê; –tevî ku di domana stranê de dê çêl bi ti xisûsiyeta wî ya “tirkbûnê” û “Tirkiyeya” wî nebe jî; te dît çîrok ya “laz û kurd” bû, wilo dabû destpêkirin!–, lê ji nişkê ve karakterê tirk, bi tirkiya “tirkekî” dibêje: “yao karê vî [memlaketî] gelekî dijwar e, em lêrê mirin!” Bi dû re, dengê jinekê tê, ya ku mihtemelen garson e li wî mekanî û ji Şivên dipirse: “Mîrza, tu yê çi vexwî?”**  

Şivan cara ewil qenc nabihîse, pirsa wê dugîsin dike, spasiyê lê dike û “kola û bîra”yekê dixwaze bi almaniya wê. Jê şûn de îcar yê laz: “vî warê xerîbiyê em [kuştin] û [perritandin]!”, yê kurd wilo vedigerîne lê: “ma ne perê nên e ‘lo!’ tê daxwî!”, dîsa yê laz: “em li [memlaket] vedigerin, dibêjine me almancî; têne vira dibêjine me auslandercî”, vêce cardî yê kurd: “divê mirov li [memlaket] vegere lê, yanî îcar ka tu wê çi bikî (?)” û fîlmê me bi dawî dibe, muzîk lê dikeve, Şivan dest pê dike silavan tîne ji Kurdistan û Lazistanê bo “gelên” li Germenistanê.

Merheba dîsa li kevneşopê; ya ku xwediyên xwe bi xwe re aş dike û dibe wens ji wan re. Lê, ma ne bi qasî têkiliya me ya pê re dikare hebe, li xwe zêde û kêm bike û çilo ku li bendên jorê rûniştim di heqê hin taybetmendiyên vê stranê de yên ku bi min xweş û mihim hatin, têkiliya me û kevneşopê jî halo ye, (qe nebe ji bo min).  Û ma gelo hebibekî jî ne ji bo zêdekirina li kevneşopê (bû)ye ku bi Şivanê me girîng hatiye ku rabe bala me bibe ser xem û derdên van karkeran? Hemin wisa ye, wate ku armanca wî zêdekirina li kevneşopeke heyî be; çilo çêdibe wêne/tîpên kevneşopeke din ya ku bi xêra tunekirin, li ser tunekirina her du neteweyan (kurd û lazan) hebû/ye, tên dibin îlham ji wî re, karakterên wî mû bernadin ji yên Sînemaya Yeşîlçamê yan jî ji yên van rêzefîmên ku bes ji bo reytîngan hene: yên ku “Güneydoğulu” hene di wan de bi tenê mêrkuj in; xwînî ne, hov in, hew ew amûr in ku temaşevanên xwe hestiyar dikin, ji wan medeniyetên spî dipên, û “Karadenizli” hene: bi piranî dikenînin temaşevanan bi qirdikiya xwe û hinekî jî gêj in.

Heke ez van karkeran çawalêhato hesab bikim ji wê jenerasyona tewra dereng, ya ku di salên 80yî de çûye Almanyayê û ku sala vê albumê jî 91 e, dê 9 sal be encam û dê ber bi aqila ve nehere ku di nava 9 salan de zimanê mirov ê hevpar nebe almanî û wekî tirkî bimîne, tirkî jî bipişke ji bêvila Yeşîlçamê. Û Şivan jî ku têra xwe ji nûjeniyê, ji sekulerîzmê hez dike, (wê nîqaşên wî û êzidiyan jî bên bîra me). Profîleke wilo nûjenhez, ê ku di domana stranê de ji me re du welatên cuda ji Tirkiyayê xêz dike, wate serxwebûnekê ji wan re difesilîne; vêca çima û çawa pirseke wiha piştguh dike; ma çênabe qey dirûvine nikînuh hebin ku mirov li karakterên xwe bike, yên ku dê bi sî û stara çand/dîskura çêkirî ya jenosîdkaran nekevin? Pa, mirov nikare vê gumanê jî bajo ser vê destpêka rûxarkî yî bêvîzyon û bibêje; aya, yên ku beşdar bûn di pêvajoya çêkirina vê stranê de demên xwe dimezaxtin bi fericîna li fîlmên Yeşîlçamê?

Di vê çerxê de ya ku em dibêjinê “modernîzm”, ger mîna zimanan henûniya peyvan jî nemabe, wate ku hîyerarşiyê/desthilatdariyê bi wan vedabe û heg em van karakterên kenehû hesab bikin kurd û laz, peyva “memleket” ya tirkî bi xwe jî, ku karakteran ew emilandiye, dê çu nebe bergind û şanîdera Lazistan û Kurdistanê, yên ku di domana stranê de xwe bi azwerî li sewta Şivên dialînin; belku wê wêneyê “Diyarbakır” û “Rize”yekê di hişê meriv de çêkin. Min nîn in lazine desthilatxwaz, Lazistan-xwaz, lê qe nebe ji tecrubeyên me yên xwemalî dizanim ku dê kurdistaniyekî/e desthilatxwaz/polîtîk zû bi zû peyva “memleket” neemillîne heke biqewime bi tirkî qala Kurdistanê bike jî. Baş e, ji dêvla axêverên bi tirkiyeke şikestî, wate axêverên devokên ku hewl tê dayîn li ser “kökenli”yên serdestan bên hesabkirin, heke xwendayine îdeal karakter bûna di vî fîlmî de, –ku bedaxewe profîleke wisakî heye li Almanyayê jî– û bi tirkiya stenbolvaniya biştexiliyana li kafeyekê, û ji dêvla “memleket”a hebikekî apolîtîk î lokal, peyva “ülke”yê bi kar bianiyana,  min ê klavye li ber şwîrê vê destpêkê serberjêr bikiraya? Dibêjim qey dîsa na. Çi ku ji ber egera ne-henûniya berî bêhnikekê, wate ku laz û kurdin lê bixebitiyana ku xwe ji kartêkeriya diskura vira pak bikirana û bibûna bikerên têkilîdanîneke rasteqîntir jî heta ku zimanê wan ê danûstandinê ev ziman bûya –yê pergaleke ku bi dabeliandina wan dikarî-e hebûya (heye)– min ê dîsa bêhna absurdiyekê hilaniya. Balokê, ji xêncî tirkiyeke şikestî ya ku wexma çîneke xizan jê tê, tirkiyeke spîsaxlem jî dê nelihevhatî bûya bi nexşeyên otonomîk ên ku piştî vê destpêkê tên. Çawan ku bi almanî kola û bîraya xwe dixwaze ji wê jina ku ji min ve wekî garsonekê xuya bû, heke karkerên Şivên  jî bi almanî ji xwe re bikesiriyana, heçê meraqdar ê ji xwe re bidaya wergerandin û mesele jî dê safî bibûya. Lê helbet a di dilî de ew e ku bi zimanê xwe biaxiviyana; li gel hînbûna almanî, 9 sal bes in ku kurdek lazî û lazek jî kurdî hîn bibe; heke birra jî ji wan her du welatan bin yên ku dê piştî diyaloga wan û çend deqîqe şûn de silavan verê dikin ji wan re, heke birra jî girîngiyê bidin hebûn û armancên êkûdu.

Tevî ku di hesêb de, di danasînê de û di beşê strankî de xisûsiyeteke welatê wî tune ye jî gazina ewil ji nişkê ve ji karkerê tirk tê, yê ku çenikeke din neşikestî ye tirkiya wî (yê Yozgatê ye herhal), ma divê meriv wekî qezayeke teknîkî bihesibîne, têketina ji nişkê ve ya vî karkerê tirk? Ez bim na, “bîna kevneşopekê cardin hat ber [bêvila] min”, gelo hûn jî hiltînin?

*Îfadeyên di nava kevaneka çarçik de lêanîn û lêzêdekirinên min in.

**Ji bo piştrastbûna ji diyalogên almanî, dotmama hêja, Esrakê (Neviya Fênon) bi hawara min de hat, ji lewma malavahî ji bo wê.

Lînka Stranê:

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir