Dîmenên nû yên konsera Ahmet Kayayî hat weşandin
Îro salvegera mirina hunermendê nemir ê kurd Ahmet Kaya ye û Kom Muzîk li ser kanala xwe ya Youtubeê dîmenên Konsera Ahmet Kayayî ku heta niha li tu derî nehatiye weşandin, weşandine.
Dîmenên konsera hunermendê kurd Ahmet Kaya li Navenda Çanda Mezopotamyayê di sala 1996’ê de hatiye kişandin û di 19. salvegera wefata hunermendê de hat weşandin.
Hunermendê mezin ê kurd Ahmet Kaya di 16’ê Mijdara sala 2000’ê de li Parîsa Frensayê jiyana xwe ji dest dabû û Kaya di jiyana xwe ya hunerê de 26 albûmên muzîkê afirandine.
Nûçe – Sînemaya Sînemaya – www.sinemayaserbixwe.com