Dîroka nîşandanê ya fîlmê “Killers of the Flower Moon” bi paş ve hate xistin
Fîlmê derhênerê hoste Martin Scorsese yê “Killers of the Flower Moon” di dawiya vê salê derketiba li pêşberî temaşevanên sînemayê û hate ragihandin ku fîlm dê di sala 2023yê de li ser platforma dîjîtal a Apple TV+yê bê nîşandan.
Li gorî nûçeya ku di malpera Film Hafızası de cih digire, fîlmê “Killers of the Flower Moon” dê di sala 2023yê de bê nîşandan û promîyera xwe ya cîhanê wê li Cannesê an jî li Venedîkê bike.
Di “Killers of the Flower Moon” de Leonardo DiCaprio û Jesse Plemons weke serlîstikvan cih digirin û senaryoya fîlmê Eric Roth nivîsîye. Ji bo fîlmê “Killers of the Flower Moon” nîşandana yekem hatibû lidarxistin.
Fîlmê “Killers of the Flower Moon” ji romana David Grannî ji bo perdeya sînemayê lê hatiye anîn û qala hin çermsorên ku zarokên xwe ji bo xwendinê şandine li Ewropayê dike. Di fîlmê de lîstikvanên navdar ên wekî; Leonardo DiCaprio, Jesse Plemons, Lily Gladstone, Robert De Niro, Brendan Fraser jî dilîzin. Du sal berê ji fîlmê vîdyoyeke danasînê hatibû weşandin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com