Dîroka nû ya 75emîn Xelatên Emmyê hate eşkerekirin

75emîn Xelatên Emmyê îsal di meha Îlonê hatiba lidarxistin ku dîroka bernameyê ji ber greva li Hollywoodê hate bi paş ve xistin. Xelatên Emmyê divê di 18ê Îlona 2023yê de bihatana dayîn, lê li gorî daxuyanîya nû ya Akademiya Zanist û Hunerê ya Televîzyonê, Xelatên Emmyê wê di dîroka 15ê Rêbendana sala 2024ê de bêne belavkirin. Pişti 11ê Îlona 2001ê cara yekem e dîroka merasima xelatdayînê ya Xelatên Emmyê tê bi paş ve xistin.

Senarîstên fîlm û rêzefîlman ên Amerîkayê di meha Gulanê de ji ber mafên xwe dest bi karberdanê kirin, pişti vê biryarê sendîkaya lîstikvanan a SAG-AFTRAyê jî ji ber şert û mercên jiyanê dest bi karberdanê kir, greva senarîst û lîstikvanan li Amerîkayê didome. Serokê sendîkaya lîstikvanan a SAG-AFTRAyê Fran Dresche banga karberdanê kiribû.

Ji ber karberdanên senarîst û lîstikvanên fîlm-rêzefîlman, piranîya setên sektorê sekinîne. Heta niha bi deh hezaran lîstikvanên bisendîka yên Amerîkayî beşdarî li karberdanê bûne, ji ber vê yekê hemû kêşanên fîlm û rêzefîlman hatine rawestandin. Hatibû ragihandin ku karberdanên giştî dê bandorê li fîlmên nû hatine kêşandin û fîlmên ku di demeke nêzîk de bikevin vîzyonê jî bike. Li Amerîkayê û li seranserê cîhanê heta niha gelek lîstikvan, derhêner, xebatkarên sînemayê û rêzefîlman piştgirî dane greva Hollywoodê.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d