Dîroka vîzyonê ya Avatar: The Way of Water’ê diyar bû
Avatar: The Way of Water (Avatar: Rêya Avê), fîlmê duyem ê Avatarê ye ku yek ji projeyên herî girîng ên Disney Studiosê hatiye kişandin û fîlmê nû dê piştî 13 salan bikeve vîzyonê. Hat ragihandin ku dîroka vîzyonê ya fîlmê duyem a Avatarê 16ê meha Berfanbara 2022yê ye.
Wekî gelek fîlman, kişandina fîlmê Avatar 2yê jî ji ber vîrusa koronayê hatibû bi paş ve xistin û projeya kişandinê ya fîlmê li Zelendaya Nû ji nû ve destpê kiribû. Ji ber pandemiyê dîroka vîzyonê ya fîlmê jî sê caran hatibû bi paş ve xistin ku dîroka vîzyonê diyar nebû.
Fîlmê “Avatar” ji aliyê derhêner, senarîst û çêkerê navdar ê Kenedeyê James Cameronî ve tê kişandin û senaryoya fîlmê James Cameron û Josh Friedman bi hev re nivîsandine. Dîroka vîzyonê ya fîlmê weke 16ê meha Berfanbara sala 2022’yê hate eşkerekirin. Fîlmên nû yên rêzeya Avatar’ê jî dê di mehên Berfanbarên ên salên 2023, 2025 û 2027’ê de li solanên sînemayan bikevin vîzyonê. “Avatar: 2”, piştî bûyerên Avatarê diqewime û çîroka gelê Na’vîyê tîne li ber perdeya sînemayê. Çîroka fîlmê dê me bibe rêwîtiyeke li daristanên pandorayê û ber bi derdorên binê avê û volkanîkê. Di rojên borî ji filmê Avatarê fragman û wêneyên nû jî parvekiribûn.
Fîlmê yekem ê ‘Avatar’ê di sala 2009ê de derketibû li pêşberî sînemahezan û li seranserê cîhanê bi milyonanan temaşevanên sînemayê ve hatibû temaşe kirin.
“Avatar” weke 4 çar fîlman hatiye projekirin û çîrokên her yek jê wan resen û cuda ne. Çêkerê fîlmê Avatar: The Way of Waterê, Jon Landau ragihand ku, rêwîtiyên hemû fîlmên Avatarê dê bi hev ve girêdayî bibe û ew ê bibin beşeke dastaneke mezin. Tê gotin ku fîlmê duyem ji aliyê kalîteya dîtbarî balkêş e.
Di fîlmê duyemîn de lîstikvanên wekî; Zoe Saldana, Sam Worthington, CCH Pounder, Cliff Curtis, Jamie Flatters, Britain Dalton, Trinity Bliss, Bailey Bass, Filip Geljo, Duane Evans Jr. Kate Winslet, Sigourney Weaver, Stephen Lang, Giovanni Ribisi, Joel David Moore, Matt Gerald, Edie Falco, Brendan Cowell û Michelle Yeoh jî cih digirin.
Çavkanî: Collider
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com