Dîroka vîzyonê ya fîlmê “Bardo” diyar bû
Fîlmê “Bardo” ji aliyê derhênerê navdar Alejandro González Iñárritu ve hate kişandin û dîroka vîzyonê ya fîlmê diyar bû. Fîlm, dê di 27ê Cotmeha vê salê de li sînemayên Meksîkayê bikeve vîzyonê.
Senaryoya fîlmê Alejandro González Iñárritu û Nicolás Giacobone bi hev re nivîsandine ku qala jiyana rojnamevanekî Meksîkayî dike. Ximena Lamadrid, Daniel Giménez Cacho û Andrés Almeida di fîlmê de weke lîstikvan cih girtine.
Hate ragihandin ku fîlmê “Bardo” dê di 4ê Mijdarê de li hin sînemayên Amerîka, Îspanya û Arjantînê bikeve vîzyonê û piştre jî dê di 16ê Berfanbarê de li ser platforma dîjîtal a Netflixê bê weşandin.
Derhêner û senarîstê navdar ê Meksîkayî Alejandro González Iñárritu bi fîlmê xwe yên “Birdman” (2014) û “The The Revenan” ve ji Xelatên Akademîyê Xelatên Oscarê girtine. Iñárritu li cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî; “Amores perros” (2000), “21 Grams” (2003), “Babel” (2006), “Biutiful” (2010) ve tê naskirin.