Dîroka vîzyonê ya fîlmê “Dune: Part Two” bi paş ve hate xistin
Dîroka vîzyonê ya fîlmê “Dune: Part Two” ku dê ji aliyê derhênerê navdar ê Kenedayî Denis Villeneuve ve bê kişandin, bi paş ve hate xistin. Fîlm, dê di 20ê Cotmeha 2023yê de biketa vîzyonê, lê li gorî agahîya nû wê di 17ê Mijdara sala 2023yê de bikeve vîzyonê.
Fîlmê “Dune” (2021) ji romana pevxistina zanistî ya wêjekarê navdar Frank Herbetî îlhama xwe digire û dê ji aliyê derhêner Denis Denis Villeneuve bê kişandin. Di fîlmê duyem de lîstikvanên wekî; Timothee Chalamet, Rebecca Ferguson, Zendaya, Josh Brolin, Javier Bardem, Florence Pugh, Austin Butlerû Christopher Walken jî cih digirin. Hate ragihandin ku dê di dawî ya vê salê de dest bi kişandina fîlmê “Dune: Part Two”yê bikin.
“Dune: Part Two” bi hevparîya pargîdanîyên Warner Bros. û Legendaryê tê kişandin ku fîlmê dewamê yê “Dune”yê (1984) ye. Fîlmê yekem, di 10 beşan de ji bo Xelatên Oscarê (Akademî) wekî Berendam hatibû nîşandayîn û li seranserê cîhanê 400 milyon dolar qezenc kir.
Derhênerê navdar Denis Villeneuve li cîhanê bi gelek fîlmên xwe yên wekî: “Arrival”, “Blade Runner: 2049”, “Sicario”, “Prisoners”, “Cosmos”, “Incendies”, “Enemy”, “Polytechnique”, “Cleopatra”, “August 32nd on Earth”, “Maelström”, “Dune” (2021) ve tê naskirin.