Dîroka vîzyonê ya fîlmê “Joker 2” hate eşkerekirin
Fîlmê “Joker: Folie à Deux” dîsa dê ji aliyê derhênerê navdar Todd Phillips bê kişandin ku dîroka vîzyonê ya fîlmê jî diyar bû. Li gorî daxuyanîyê “Joker 2” wê di dîroka 4ê Cotmeha 2024ê de li salonên sînemayan bikeve vîzyonê.
Dîroka vîzyonê ya fîlmê duyem a ‘Joker’ê weke 4ê Cotmeha sala 2024ê hate eşkerekirin û tê de dîsa lîstikvana navdar û xelatgirê Oscarê Joaquin Phoenix serlîstikvan e. Hate ragihandin ku dê di meha Berfanbara 2022yê de dest bi kêşana fîlmê bikin ku ji aliyê pargîdanîya fîlman a Warner Bros ve tê kişandin. Senaryoya fîlmê ‘Joker 2’ Phillips û Scott Silver bi hev re nivîsandine û hunermenda muzîkê Lady Gaga jî wê di fîlmê de weke psîkîyatrîst (Harley Quinn) cih bigire. Çîroka fîlmê dê li gerdûna DCyê biqewime.
Fîlmê yekem ê rêzeya “Joker”ê di sala 2019ê de ketibû vîzyonê û li gîşeyên seranserê cîhanê 1,074 milyar dolar qezenc kiribû.
Çavkanî: Deadline
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com