Dîroka weşan a fîlmê nû ya Spike Leeyî hat eşkere kirin

Xelatgirê Oscarê derhêner û lîstikvan Spike Lee ji bo Netflixê fîlmeke nû ya bi navê “Da 5 Bloods” kişand û dîroka weşanê jî hat eşkere kirin.

Derhênerê navdar ê amerikî Spike Lee bi fìlmê xwe ya “BlacKkKlansman”ê Xelata Oscarê standibû. Derhêner Spike Lee îsal ji bo platforma Netflixê fîlmeke nû ya bi navê “Da 5 Bloods” kişand û dîroka weşanê ya fîlmê jî diyar bû û di 12’ê meha Hezîranê de derdikeve li pêşberî sînemhezan.

Di fîlmê nû ya Spike Leeyî de lîstikvanên wekî Boseman‘a Delroy Lindo, Clarke Peters,  Norm Lewis, Isiah Whitlock Jr., Paul Walter Hauser, Jonathan Majors, Jean Reno û Giancarlo Esposito leyîstine. Fîlm, piştî şerê Vîetnamê diqewime û çîroka 4 emerîkanê ji efrîkayê nîşan dide.

Senaryoya fîlmê “Da 5 Bloods”ê ji aliyê Danny Bilson, Paul De Meo, Kevin Wilmotî ve hatiye nivîsandin.

Derhêner Spike Lee, li seranserê cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî; “Do the Right Thing” (1989), “She’s Gotta Have It” (1986), “Malcolm X” (1992), “Mo’ Better Blues” (1990), “Jungle Fever” (1991), “He Got Game” (1998), “25th Hour” (2002), “Inside Man” (2006),
Chi-Raq (2015), “BlacKkKlansman” (2018) ve tê naskirin.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: