Dîroka weşanê ya fîlmê nû ya Spike Leeyî hat eşkere kirin

Xelatgirê Oscarê derhêner û lîstikvan Spike Lee ji bo Netflixê fîlmekî nû yê bi navê “Da 5 Bloods” kişand û dîroka weşanê ya fîlmê jî hat eşkere kirin.

Derhênerê navdar ê amerikî Spike Lee bi fîlmê xwe yê “BlacKkKlansman”ê Xelata Oscarê girtibû. Derhêner Spike Lee îsal ji bo platforma Netflixê fîlmekî nû yê bi navê “Da 5 Bloods” kişand û dîroka weşanê ya fîlmê jî diyar bû û di 12’ê meha Hezîranê de derdikeve li pêşberî sînemhezan.

Di fîlmê nû yê Spike Leeyî de lîstikvanên wekî Boseman‘a Delroy Lindo, Clarke Peters,  Norm Lewis, Isiah Whitlock Jr., Paul Walter Hauser, Jonathan Majors, Jean Reno û Giancarlo Esposito lîstine. Fîlm, piştî şerê Vîetnamê diqewime û çîroka 4 emerîkanê ji efrîkayê nîşan dide.

Senaryoya fîlmê “Da 5 Bloods”ê ji aliyê Danny Bilson, Paul De Meo, Kevin Wilmotî ve hatiye nivîsandin.

Derhêner Spike Lee, li seranserê cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî; “Do the Right Thing” (1989), “She’s Gotta Have It” (1986), “Malcolm X” (1992), “Mo’ Better Blues” (1990), “Jungle Fever” (1991), “He Got Game” (1998), “25th Hour” (2002), “Inside Man” (2006), Chi-Raq (2015), “BlacKkKlansman” (2018) ve tê naskirin.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: