Dîrokên nîşandayîna fîlmên “Marvel”ê hatin bi paş ve xistin

Fîlmên Gerdûna Sînematîk a Marvelê li ser platforma dîjîtal a Disney+ê têne weşandin. Hate ragihandin ku dîrokên nîşandayîna fîlmên “Marvel”ê yên “Blade”, “Deadpool 3”, “Fantastic Four” û “Avengers: Secret Wars Marvel” hatine bi paş ve xistin.

“Blade” ji dîroka 3yê Mijdara 2023yê ji bo 6ê Îlona 2024ê, “Deadpool 3” ji 6ê Îlona 2024ê ji bo 8ê Mijdara 2024ê, “The Fantastic Four” ji 8ê Mijdara 2024ê ji bo 14ê Sibata 2025ê, fîlmê bênav ê Marvelê ji dîroka 14ê Sibata 2025ê ji bo 7ê Mijdara 2025ê, “Avengers: Secret Wars” ji 7ê Mijdara 2025ê ji bo 1ê Gulana 2026ê hatin hatin bi paş ve xistin. Fîlmekî din ê Marvelê ku ji bo dîroka 1ê Gulana 2026ê hatibû plankirin ku ji bernameya rojimêra Disneyê rakirine.

Fîlmê nû yê Gerdûna Sînematîk a Marvelê yê bi navê “Black Panther: Wakanda Forever” dê di meha Mijdarê de derbikeve li pêşberî temaşevanan.

Çavkanî: Variety.

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: