Dîrokên vîzyonê yên hin fîlmên Warners Bros. Picturesê bi paş ve hatin xistin

Dîrokên vîzyonê yên hin fîlmên ku li bernameya Warners Bros. Picturesê cî digirin bi paş ve hatin xistin û têde “Dune: Part Two”, “Godizlla X Kong: The New Empire” û “The Lord of the Rings: The War of Rohirrim” jî cî digirin.

Fîlmê “Dune: Part Two” dê di 3yê Mijdarê de biketa vîzyonê. Hate ragihandin ku dîroka vîzyonê ya fîlmê ji ber greva Yekîtiya Lîstikvanan (SAG-AFTRA) a li Hollywoodê, ji bo 15ê Adara 2024ê bi paş ve hate xistin ku fîlm dê li salonên sînemayê yên IMAXê bikeve vîzyonê.

Li gorî daxuyanîya Warners Bros. Picturesê fîlmê “Godizlla X Kong: The New Empire” ji bo 12ê Avrêla 2024ê û fîlmê nû yê rêzeya Mîrê Gustîlan yê “The Lord of the Rings: The War of Rohirrim” jî ji bo 13ê Berfanbara 2024ê bi paş ve hatin xistin.

Her wiha bernameya meha Berfanbarê ya Warners Bros. Picturesê nehate guhertin. Fîlmê “Wonka” dê di 15ê Berfanbara 2023yê de, “Aquaman and the Lost Kingdom” di 20ê Berfanbara 2023yê de û “The Color Purple” di 25ê Berfanbarê de bikevin vîzyonê.

Çavkanî: Deadline

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: