Dîrokên vîzyonê yên “Mulan”, “Star Wars” û “Avatar 2” hatin bipaşxistin

Ji ber şewba koronayê dîrokên vîzyonê yên gelek fîlman diguhere an jî têne betal kirin. Herî dawî dîrokên fîlmên; “Mulan”, “Avatar 2” û “Star Wars”ê jî hatin bi paş ve xistin.

Li gorî nûçeya ku di malpera Diyarname.com’ê hatiye weşandin, dîrokên vîzyonê yên fîlmên “Mulan”, “Star Wars” û “Avatar 2” hatine bi paş ve xistin.

Pargidaniya produksiyona fîlman Walt Disneyê berî demekê ragihandibû fîlmê “Avatar 2” dê dîroka 17’ê Berfanbara sala 2021’ê de bikeve vîzyonê lê dîroka vîzyonê ya fîlmê weke sala 2022’yan hate eşkere kirin. Fîlmê Star Wars ji bo sala 2023’yan hat bi ve paş xistin.

Fîlmê “Mulan” yê derhêner Niki Caroyî jî di meha Gelawêjê de ketiba vîzyonê û ew jî hat bi paş ve xistin û hat ragihandin ku îsal nakeve vîzyonê.

Her wiha fîlmê “The Last Duel” (Dueloya Dawî) ku ji aliyê Ridley Scott ve hatiye kişandin, jî ji bo sala 2021’ê hat bi paş ve xistin.

Ji bilî van fîlman li seranserê cîhanê dîrokên vîzyonê yên bi sedan fîlman ji bo dîrokeke din hat bi paş ve xistin.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir