Pargîdaniya fîlman û şahînî Disneyê, dîrokên fîlmên xwe yên nû ku dê heta sala 2024’ê bikevin vîzyonê eşkerekirin. Li gorî agahiyê, fîlmên; The Last Duel û The King’s Man dê di sala 2020’ê de bikevin vîzyonê. Di rojimêra vîzyonê ya Disney’ê de, navên fîlmên balkêş ên wekî Marvel, Star Wars û Pixar jî cih digirin.
Li gorî nûçeya malpera Filmloverss’ê ku ji Deadline.com’ê hatiye wergirtin, pargîdaniya fîlman û medyayê ya herî mezin a cîhanê Disneyê, nav û dîrokên vîzyonê yên fîlmên xwe yên nû eşkerekirin û di navbera projeyên nû yên platformê de, fîlmên “The Last Duel” û “The King’s Man” dê di sala 2020’ê de bikevin vîzyonê. Li gorî agahiyê, di rojimêra vîzyonê ya Disneyê de, navên fîlmên balkêş ên wekî Marvel, Star Wars û Pixar jî hene.
Di çarçoveya fîlmê rêza “Marvel”ê de heta sala 2023’yê pênc fîlmên nû dê bêne kişandin û kitekitên van fîlman hê diyar nîn in Yek ji van fîlman di sala 2022’yê de, çar fîlmên din jî di sala 2023’yê de dê bikevin vîzyonê. Fîlmê “Star Wars” dê di 16’ê Berfanbara sala 2022’yê de bikeve vîzyonê. Hate ragihandin ku fîlmên nû yên Pixar’ê “Onwar û Soul” di sala nû de û çar fîlmên disneyê jî dê heta sala 2024’ê jî bikevin vîzyonên sînemayan. Lê di derbarê van fîlman de agahiyên bikitekit hêj nehatiye parvekirin.
Fîlmê “The Last Duel” ku ji aliyê Ridley Scott ve hatiye kişandin, dê li Amerîkayê di 25’ê Berfanbara sala 2020’ê de bikeve vîzyonê û têde lîstikvanê wekî Matt Damon, Adam Driver, Jodie Comer û Ben Affleck cih digirin. Çîroka “The Last Duel”ê di sedsala 14’ê de diqewime. Yek ji projeyên herî balkêş ên Disneyê, “The King’s Man” e û ji aliyê Matthew Vaughn ve hate kişandin. Fîlm di meha Sibata sala 2020’ê de ketiba vîzyonê û dîroka vîzyona fîlmê taloq kirine ji bo meha Îlonê. Plaftorm bi tenê ji nava sala 2019’ê heta niha 7.67 milyar dolar qezenc kirine. Disneyê di van salên dawî de li sînemayan rekor şikandine û îsal jî rekora xwe ya stûdyoyê nû kiriye.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com
Bunu beğen:
Beğen Yükleniyor...