DKKI: Xelaskirina Rabirdûyê û Pûtepêdana Dahatûyê

Nivîs: Welat Ramînazad

Etîmolojîya peyva “dengbêj”ê ji hêla felsefeya zimannasîya ve gelekî cîyawaz e: Deng + bêj, ne gotin+bêj. Di nivîsa xwe ya “Albûma Botan û Vejandina Dengan” de min hinekî li têkilîya deng û gotinê kolabû. Deng bi ruh, bîra kolektîv û metafîzîkê ra têkildar e.

Dengbêjî parastin û dewamdarîya hêbûna Kurdan e. Ku îro Kurd nebûne xwelîya dîrokê, bi xêra dengbêjîyê ye. Xwedê rasterast kitabek ji Kurdan ra neşandîye. Lê mirov dikare bêje ku dengbêjî kitaba pîroz a Kurdan e.  Çimkî fonksîyona dengbêjîyê jî wekî ya kitabeke pîroz e. Qesta min bi vê gotinê çi ye? Dengbêjîyê wekî kitabeke pîroz Kurdî parastîye, nehiştîye ku Kurd tune bibin û bibin xwelîya zemanî. Dengbêjî nebûya Kurdan nikarîbû bîst û neh caran serî hildin. Ku Kurdan bîst û neh caran serî hildaye, bandora dengbêjîyê tê de gelekî mezin e.

Dengbêjî; tarîxnasî ye û bi muzîkê qeydkirina tarîxê ye. Dengbêjî parastin û ji nû ve afirandina bîra kolektîv e. Li ser bûyerên dîroka Kurdan ji nivîsîna kitab û maqaleyan zêdetir, kilam hatine gotin. Kitab nikarin xwe bigihînin her kesî lê kilam dikarin.  Çend rojan berîya vê li ser komkujîya Gêlîya Zîlan min hinek lêkolîn kir. Li ser komkujîye çend heb kitab hatine nivîsandin û belgefîlm hatine çêkirin. Lê kilamên ku dengbêjan li ser Gêlîye Zîlan deranîne ji kitab û belgefilman zahf zêdetir in. Nifşa Yyê a Kurdan nîvenîv, nifşa Zyê bi piranî ji bîra kolektîv a dengbêjîyê qut bûye. Em nifşa Yyê ne, em rasterast ne bi kilamên dengbêjan; bi stranên di qasetan de mezin bûn. Ji ber vê bîra me ya kolektîv pirr ne xurt e.

Dengbêjî  parastin û ji nû ve afirandina ziman e;  estetîkkirin, dewlemendkirin û pêşvexistina wê ye.

Hem afirandin û hem jî tunekirina kulturekê gelek salan li ber xwe dide. Li Tirkîyeyê ji bilî Kurdîya Kirmanckî û Kurmancî qala hêbûna 35 ziman û zaravayan tê kirin. Ji ber hemû plan û programên asmîlasyonê yên giran, sed sal e Kurdî wekî wan 35 ziman û zaravayan tune nebûye, ew hêj jî li ber xwe dide. Di vê berxwedanê de bandora dengbêjîyê gelekî mezin e. Ji ber ku di çanda zimanên din de hêzeke wekî dengbêjîyê ya sed salan tunebû, ew zû asmîle bûn.

Şewat ketîye rabirdûya Kurdan, kulturê maddî û manewî yê zimanê Kurdî. Pêşaroja me, kultura me dişewite!..

Di sih salên dawî de dewamdarîya dengbêjîyê ketîye sekerat û krîzê!.. Ji nû ve nayê afiriandin, dengbêjî gelekî hêdî bûye!..

Di fîlma Kilama Dayika Min a Erol Mîntaşî de sehneyek heye,  temaşekeran gelekî diêşîne û diqehirîne; lehengê fîlmê ji bo dayika xwe digere ku qaseta dengbêjekî peyda bike. Ji bo vê yekê xwe digihîne dengbêjekî ku li Stenbolê dijî. Di wê sehneyê de em xanîyên zahf xirab û hilweşîyayî,  bêkesbûn, bêxwedîbûn û tenêtîya dengbêj dibînîn ku ew li  ber mirinê ye!..  Ew ji lehengê fîlmê re wiha dibêje: “Dema ku ez mirim şaredarî wê hemû tiştên min bavêje çopê”. Bêxwedîbûn û bêkesbûna wî dengbêjî temsîla bêkesî û bêxwedîtîya kultura me û muzîka Kurdî ya tradîsyonî ye. Tiştên ku bavêjin çopê ne qaset, cil û berg, kelûpelên wî Kurdî yên şexsî ne; dengbêjî ye, kultura me û muzîka me ya gelêrî ye. Sekerata wî dengbêjî nîşan dide ku zimanê me, kultura me, foklora me, rabirdûya me bi xwe li ber mirinê ye!..

Carekê min ji hevalekî xwe yê Colemêrgî pirsî, “Tu navê çend dengbêjên Colemergî zanî?” Çi heyf ku hevalê min nikaribû navê yekî jî bêje. Li bakurê welatê me bi tevahî çend dengbêj hene? Pênc hezar in, deh hezar in an jî  bîst hezar? Ji wan kilamên çendan hatine berhevkirin û dîjîtalîzekirin? Arşîva çendan temam e? Çi xebat li ser dengbêjan û dengbêjîyê hatine çêkirin? Xebatên bîyografîk, yên berhevkarîyê û antolojî ji tilîyên du destan derbas nakin. Çend qasetên dengbêjan ên ku bi amotorî hatine qeydkirin niha dîjîtal in?

Li Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur hata niha çend albûm hatine çêkirin? Em pirsa xwe bes li ser Bakur bipirsin; niha li Bakur baş an jî xirab qet ferq nake, heta niha çend qaset, CD û albûmên dîjîtal hatine derxistin? Ji salên heftêyan heta îro li Bakur kultureke maddî ya muzîka Kurdî ya teknolojîk çêbûye; wekî qaset, CD, poster û radyoyan.  Ji bilî çend arşîv û berhevkirinên şexsî xebatên arşîvkirin, çêkirina koleksîyonan, katologkirin, dîjîtalîzekirin û amadekirina muzeyan hema hema qet tiştek çênebûye.

Ji ber ku konteksta nivîsê mûzîk e,  wan prosesan bi muzîkê sinordar dikim. Nola amûrên çandînîyê, gundewarîyê û metaryalên folklorê gelek tişt hene ku divê gavek berî gavekê bên arşîvkirin, koleksîyonên wan werin çêkirin, ew bên katalogîzekirin, dîjîtalîzekirin û di muzeyan de werin parastin û nîşandan. Li gorî ên din metaryalên folklorê yên zimanî piçekî din zêde hatine berhevkirin. Mînak Ehmedê Dirihî navên kulîlk û nebatan, Dîlawer Zeraq biwêj berhev kirin. Weşanxaneya Wardozê  hewl dide ku berhemên devkî yên folklorê berhev bike.

“Bimekankirina zeman” û veguhestina rabirdûyê bi dahûteye ve, pûtepêdana paşerojê bi prosesên arşîv, koleksîyon, katolog, dîjîtalîzasyon û muzekirinê pêk tên. Mesela heger koleksîyonkirin, arşîvkirin, katologkirin nebûna ne Umberto Eco ne jî Orhan Pamuk nikaribûn romanên bi wî rengî binivîsin. Gava zeman bi mekan bû edî nayê jibîrkirin. Romanûsên Kurd nikarin romanên dirokî yên baş binivîsin çimkî ji bilî xeyalan, şûnwarên dîrokî, çend kitaban, mînyaturên Şerefnameyê û fotografên Kurdan ku ew jî bîyanî û mîsyoneran kişandine tiştên me yên maddî tune ne.

Pratîkên ku îro dengbêjîyê û kultura maddî ya Kurdî ji vê sekaretê xelas  bike ev in: Arşîvkirin, koleksîyonkirin, katologkirin, dîjîtalîzekirin û muzekirin. Tiştê meriv pê dilxweş û hêvîdar bibe ew e ku sazîyeke me heye, dest bi van xebatan kiriye.

Berîya niha bi salekê li Elmanyayê Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut ango Enstîtûya Çanda Kurd û Elmanî hat avakirin. DKKIyê çend rojan berî vê berhemên projeya xwe ya bêhempa, Dîjîtalîzekirina Kilamên Radyoya Erîvanê li ser platformên dîjîtal belav kirin. Wê projeyê di medyayê de deng veda, ew bû sedema hêvîgeşî û keyfxweşîyê…

Xebat û projeyên bi vî rengî xelaskirina rabirdûyê ne û pûtepêdana dahatûyê ne.  Xebat û projeyên wisa encamên xwe yê mezin ne tavilê, bi wextê ra nîşan didin. Wekî din jî MA Musicê  mekteba dengbêjîyê vekirîye. Ji bo ji nû ve afirandinê û dewamdarîya dengbêjîyê karekî heyatî û ferz e. Hêja ye ku ev pratîk bibe mijara nivîseke din.

DKKI dê xebatên xwe berfirehtir, sîstematîktir bike. Ew ê ji bo  tevahîya dengbêjîye qasetên amotor ên ku di qulên dîwaran de mane derîne. Ew ê seba mûzîka Kurdî ya teknolojîk bixebite û projeyan li dar bixe. Bi vî awayî dê hem dengbêjîyê ji sekeratê xelas bike, hem jî qismekî kultura maddî ya Kurdan veguhêze dahatûye. Ji bo dahatûya muzîka me wê encamên gelekî baş derîne.

A girîng ev e; divê em her şixulî li DKKIyê bar nekin, çanda Kurdî bi wan sînordar û xwe jî zahf teral nekin. Hewce ye em jî li ser bifikirin, xwe biêşînin û hewl bidin ku em bi xwe dezge û sazîyan bi vî rengî, li welatê xwe ava bikin û bixebitin. Lazim e heta ji me tê em barê DKKIyê, sazî û kesên xwedanxîret sivik bikin. Çimkî ev karê civakî û kulturî barê me hemûyan e.

Bi hêvîya ku DKKI bibe dezgehekî sedan salî…

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: