“Dolor y Gloria” û fîlmên din
Di vê hefteya duyem a meha Cotmehê de li salonên sînemayan 6 fîlm ketin vîzyonê. Ji navbera fîlmên hefteya nû, “Dolor y Gloria”, “Deux Moi” û “7. Koguştakî Mucîze” derdikevin pêş.
Fîlmê “Dolor y Gloria” yê derhênerê navdar ê Arjantînî Pedro Almodóvarî, qala rojên zarokatî û bîranînên derhêner Salvador Malloyî dike û çîroka koça malbata wî, evîn û veqetîna wî û jiyana sînemaya wî nîşan dide ku di navbera rabirdû û îro de diçe û tê. “Dolor y Gloria” li Îspanyayê di dîroka 13’ê Adarê de ketibû vîzyonê û lîstikvanê fîlmê, Antonio Banderas di Bernameya 72’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannes’ê de Xelata “Lîstikvanê Herî Serketî” wergirt.
Fîlmên vê hefteyê:
“Dolor y Gloria” / Derhêner û Senaryo: Pedro Almodóvar
“Deux Moi” / Cédric Klapisch
û Senaryo: Santiago Amigorena, Cédric Klapisch
“7. Koguştakî Mucîze” / Mehmet Ada Oztekîn û Senaryo: Kubîlay Tat
“Angel of Mine” / Derhêner: Kim Farrant
û Senaryo: Luke Davies, David Regal
“Gemini Man” / Derhêner: Ang Lee û Senaryo: David Benioff, Billy Ray, Darren Lemke
“Ready or Not” / Derhêner: Matt Bettinelli-Olpin, Tyler Gillett û Senaryo: Guy Busick, Ryan Murphy
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com