“Downhill” û fîlmên din

Di hefteya yekem a meha Adarê de, fîlmên anîmasyon, tirs û komedî jî têde, bi giştî 10 fîlm ketin vîzyonê. Vê hefteya nû li vîzyonê fîlmên; “Downhill”, “Seberg”, “Nûh Tepesî” û “Fiksiki Protiv Krabotov” derdikevin pêş.

Billie û Pete, bi zarokên xwe ji bo betlaneyê diçin Çiyayên Alpê û endamên malbatê li Hotêlê ji ber ketina şepeyê xetereyekê li dû xwe hiştine. Piştî vê bûyerê endamên malbatê têkîliyên xwe ji nû ve dinirxînin û Pete di dema şepeyê de jina xwe û zarokên xwe berdane û ji cihê bûyerê çûye.

“Downhill” ji çîroka fîlmê “Turist”ê ku di beşa Nerineke Diyarkirî ya Festîvala Fîlman a Cannesê de Xelata Juriyê girtibû, ji nû ve hatiye kişandin.

Jean Seberg lîstikvaneka navdar a Amerîkayê ye û digel tevgera Panterên Reş ku mafên çermreşan diparêze, wêneyeke wî hatiye dîtin. Ji ber vê wêneyê lîstikvana navdar Seberg ji aliyê J. Edgar Hooverî ku rêvebirê FBI’ê ye, tête şopandin.

Fîlmê “Seberg” qala çîroka lîstikvana navdar a cîhanê Jean Seberg dike û ji bo ku piştgirî daye tevgerên mafên hemwelatîtî û Panterên Reş, tête şopandin. Jean Seberg bi fîlmên xwe yên wekî; “Bonjour Tristesse” (1958) û “À Bout de Souffle” (1960) ve tê naskirin.

Omer mirovekî navsere ye û hewl dide ku têkîliya xwe bi jina xwe ya ducanî Elif sererast bike. Rojek bavê Omerî ku bi salan hevûdu nedîtine ji Parîsê tê û ji wan tiştekî dixwaze û bav û kurê bi hev re diçin ber bi gundê xwe. 

Fîlmê “Nuh Tepesi” li Festîvala Fîlman a Tribecayê xelatên Senaryoya Herî Serketî û Lîstikvanê Herî Serketî û li Festîvala Fîlman a Guzika Zêrîn a Edeneyê xelatên Fîlmê Herî Serketî û Derhênerê Herî Serketî girtin.

Fîlmê anîmasyonê ya vê hefteyê “Fiksiki Protiv Krabotov” qala çîroka profesorê bi navê Eugenius û dostên wî dike ku li ser mijarên dostanî, yekbûnê û têkoşînê disekine û ji bo temaşevanên zarokan fîlmekî rengîn e.

Fîlmên vê hefteyê:

“Downhill” / Derhêner: Nat Faxon, Jim Rash û Senaryo: Jesse Armstrong, Nat Faxon, Jim Rash

“Seberg” / Derhêner: Benedict Andrews û Senaryo: Anna Waterhouse, Joe Shrapnel

“Nûh Tepesî” / Derhêner û Senaryo: Cenk Erturk

“Fiksiki Protiv Krabotov” / Derhêner: Vasiko Bedoshvili, Oleg Uzhinov û  Senaryo:Evgeny Antropov, Georgy Vasilyev

“Sabît Kanca: Son Sorû” / Derhêner: Nûrî Yildiz û Senaryo: Bîlal Akçay

“Mendilim Kekik Kokuyor” / Derhêner: Hakan Kurşûn, Huseyîn Ozden û Senaryo:A. Kadîr Bozkûrt

“Fantasy Island” / Derhêner: Jeff Wadlow û Senaryo: Jillian Jacobs, Christopher Roach, Jeff Wadlow

“Zengo” / Derhêner: Şahan Gokbakar, Muge Manûş û Senaryo: Yasemîn Sakallioglu

“El-Deccur” / Derhêner û Senaryo: Gokhan Ari

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: