Du fîlmên Kurdî li festîvalên fîlman xelatan wergirtin
Du fîlmên kurdî li bernameyên Festîvala Fîlman a MyArt’ê û Festîvala Kurtefîlman a Îzmîrê xelatan wergirtin û fîlma kurdî “Navber” di beşa Panoramayê de hate nîşandan.
Belgefîlmê “Diyalog” ku ji aliyê derhêner Selîm Yildiz re hatiye kişandin, li bernameya Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya MyArtê li Cosenzaya Îtalyayê (5-9’ê Mijdarê), xelata Fîlmê Herî Serketi ya Sprarê wergirt.
Kurtefîlmê “Barê Giran” yê derhêner û akademîsyen Yilmaz Ozdîl’ê li bernameya Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Îzmîrê (4-10’ê Mijdarê), xelata Kurtefîlmê Neteweyî ya Sêwirî ya Herî Serketî wergirt.
Kurtefîlmê “Navber” yê derhêner Kadîr Eman’ê di beşa Berhevoka Fermî ya Panoramaya Neteweyî ya Festîvala Kurtefîlman a Îzmîrê de hate nîşandan û kete pêşbaziyê.
Her sê fîlmên bi kurdî “Diyalog”, “Barê Giran” û “Navber” di bernamayên gelek festîvalên fîlman de hatin nîşandan û xelatan wergirtin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com