Du fîlmên Yasujirô Ozuyî bi jêrnivîsa Kurdî hatin weşandin

Nivîskar-wergêrê kurd Brahîm Ronîzêr, du fîlmên derhênerê navdar ê Japonyayê Yasujirô Ozu yên “Banshun” (Bihara Derengmayî/Late Spring, 1949) û “Ohayo” (Rojbaş/Good Morning, 1959) ji bo Kurdîya Kurmancî wergerandine û li ser kanala wî ya Youtubeê weke jêrnivîsê/binnivîs hatine weşandin. Her du fîlm jî ji bo dîroka hunera sînemayê gelek girîng in.

“Banshun” yekem fîlmê sêbareya ‘Noriko’ ye ku qala jiyana keç û bavê wê dike û guherîna civakekê nîşan dide. Senaryoya fîlmê “Banshun” ji aliyê Yasujirô Ozu, Kôgo Noda, Kazuo Hirotsu ve hatiye nivîsandin û lîstikvanên wekî; Chishû Ryû, Setsuko Hara, Yumeji Tsukioka di fîlmê de lîstine.

Fîlmê Yasujirô Ozu yê din “Ohayo” çîroka du birayên ku ji bav û dê dixwazin televîzyonekê bikirîn, tîne li perdeya sînemayê dike.

Senaryoya fîlmê Yasujirô Ozu û Kôgo Noda bi hev re nivîsandine ku tê de lîstikvanên wekî; Keiji Sada, Yoshiko Kuga, Chishû Ryû cih digirin.

Nivîskar û wergêr Brahîm Ronîzêr heta niha; fîlmên Krzysztof Kieślowskî yên “Sê Reng: Şîn” (1993) û “Sê Reng: Spî” (1994), fîlmên Ingmar Bergmanî yên“Tystnaden” (The Silence, 1963) û “Passion of Anna” (1969), fîlmê derhênerê Akira Kurosawa yê “Shizukanaru Kettō” (The Quiet Duel, 1949), fîlmê derhênerê Roberto Rossellînî yê “Roma Bajarê Vekirî” (1945), , fîlmê Mîchelangelo Antonîonîyî yê “The Passenger” (1975), fîlmê François Truffautî yê “Jules et Jim” (1962), fîlmê Bernardo Bertoluccî yê “La commare secca” (The Grim Reaper, 1962) jî tê de ne, gelek fîlmên sînemayê ji bo Kurdîya Kurmancî wergerandine û li ser kanala Awirfilmê ya youtubeê weşandine. Di sala 2014ê de pirtûka wî ya bi navê “Korerê” (Weşanên Lîs) hatibû weşandin ku ji 19 çîrokên bi Kurdî pêk tê. Brahîm Ronîzêr, romanên; “Tîtirwask” (Yaşar Kemal, Weşanên Lîs), “Demsalek Li Hekarîyê” (Ferît Edgu, Weşanên Cervantes), “Di Keştîyekê De” (Ferît Edgu, Weşanên Cervantes) ji bo Kurdîya Kurmancî wergerand, helbestên gelek helbestvanan werdigerîne û hin çîrokên wî ji bo Tirkî hatin wergerandin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: