“Dungeons & Dragons: Honor Among Thieves” li gîşeya Amerîkayê bû yekemîn

Daneyên dawîya hefteyê yên gîşeya Amerîkayê diyar bûn ku fîlmê “Dungeons & Dragons: Honor Among Thieves” di navbera dîrokên 31ê Adarê û 2yê Avrêlê de bû yekemîn û li vîzyonê 38,5 milyon dolar qezenc kir. “Dungeons & Dragons: Honor Among Thieves” ji aliyê John Francis Daley, Jonathan Goldstein ve hate kêşandin û têde lîstikvanên Chris Pine, Michelle Rodriguez, Rege-Jean Page, Justice Smith, Sophia Lillis lîstine.

Li gorî daneyên dawîya hefteyê yên DYAyê fîlmê “John Wick 4” bû duyemîn û “His Only Son” jî di rêza sêyemîn de cihê xwe girt.

Daneyên Gîşe yên DYAyê (31ê Adarê – 2yê Avrêlê, 2023)

1- Dungeons & Dragons: Honor Among Thieves | 38,5 milyon dolar

2- John Wick 4 | 28,21 milyon dolar

3- His Only Son | 5,5 milyon dolar 

4- Scream VI | 5,3 milyon dolar 

5- Creed III | 5 milyon dolar

Sinefesto

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: