“Dûr” ji Xelatên Fîlman a New Jerseyê Xelata Belgefîlma Baştirîn girt
Kurtebelgefîlma derhênerê ciwan Ahmet Hakan Vergî ya bi Zazakî ya bi navê “Dûr” li bernameya Xelatên Fîlman a New Jerseyê ya Amerîkayê Xelata Belgefîlma Herî Serketî girt.
“Dûr” qala jiyana çîroka mirovekî dike ku li devereke bilind bi tena serê xwe û bêyî elektrîk û têlefon dijî. Belgefîlma “Dûr”, heta niha di çarçoveya bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî hate nîşandayîn û beşdarî li bernameya 24emîn Festîvala Kurtefîlman a 24fpsyê bû û ji festîvalê Xelata Mansiyonê girtibû.
Dûr (Far) adlı Zazaki Belgeselimiz ABD’nin New Jersey eyaletinde düzenlenen New Jersey Film Ödülleri’nde “BEST DOCUMENTARY (EN İYİ BELGESEL)” ödülünü aldı! @njfilmawards @thefirat2000 pic.twitter.com/C8q7bJKiGj
— ahmet hakan (@pelguzar) August 2, 2022
Derhêner û rojnamegerê ciwan ê Kurd Ahmet Hakan Vergî li ser belgefîlman dixebite û di sala 2018ê de belgefîlma xwe ya yekem a bi navê “Dewrano” kişandiye. Yekem belgefîlma wî li 2yemîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Çewlîgê hate nîşandan û bûbû fînalîst.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com