Eddie Redmayne ji Festîvala Fîlman a Zurîhê xelata “Serketina di Hemû Jiyanê de” girt

Lîstikvanê navdar û xelatgirê Xelatên Akademîyê (Oscar) Eddie Redmayne ji 18emîn Festîvala Fîlman a Zurîhê xelata “Serketina di Hemû Jiyanê de” girt. Festîval îsal wê di navbera 22yê Îlonê û 2yê meha Cotmehê de bê lidarxistin.

Hate ragihandin ku li Festîvala Fîlman a Zurîhê, Xelata “Golden Eyeyê ya Serketina di Hemû Jiyanê de” didin lîstikvanê navdar ê îngiliz Eddie Redmayne. Redmayne di fîlmê “Fantastic Beasts and Where to Find Them”,  “The Theory of Everything”, “The Danish Girl” de lîstibû û bi vî fîlmê, Xelata Lîstikvanê Herî Serketî yê Xelatên Oscarê girt. Fîlmê wî yê dawî “The Good Nurse” (der: Tobias Lindholm) dê 11ê Îlonê de li ser platforma dîjîtal a Netflixê derbikeve li pêşberî temaşevanan. Redmayne di fîlmê de bi rola perestar (hemşîre) cih digire.

Lîstikvanê sînemayê Eddie Redmayne heta niha di gelek fîlm, projeyên televîzyonê û lîstikên şanoyê de lîstine ku tê de hin fîlmên hunerî yên serbixwe jî hene. Eddie Redmayne di jiyana xwe ya hunerê de gelek Xelatên Oscar û BAFTAyê jî tê de gelek xelat girtine, û ji bo gelek xelatên cîhana sînema û şanoyê weke berendam hatiye nîşandan.

Çavkanî: Film Hafızası

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: