Efsaneya Selkiyan û Fîlmê Ondîne

Selkî di mîtolojiya Îskoç, Îrlandî û Îskandînavyan de lehengek ji kesayetên behrê ye. Selkî tê maneya Jinên Fok lê ev kesayetên behrê tenê ne jin in, di nava wan de mêr jî hene. Ev kesayetên efsûnî di nava behrê de jiyana xwe berdewam dikin. Wekî mirovên ser rûyê erdê ew jî di binê behrê jiyaneke beşerî dijîn, lê li gorî insanên ser rûyê erdê dengê van mirovên avî xweştir û zelaltir e. Gava dest bi stranên xwe dikin havîrdor bê deng dimîne û ew awazên wan yên efsûnî herkesî heyranê xwe dike.

*Selkiya Jin Li Ser Pûlekî *Peykerê Selkiyekê (Başurê Îng.)

Wekî hemû gelê pêşketî gelê Îskoç, Îrlandî û Îskandînavyan jî li çanda xwe û li efsaneyên xwe xwedî derketine. Ji bo ku herdem di bîra mirovan de be û neyê jibîrkirin ji aliyê şaredarî û hikûmeta wan ve hem peykerê Selkiyan û pûlê wan hatine çêkirin.

Li gorî efsaneyê Selkiyan jinên wan pirr bedew in û yê ku çav bi wê bikeve tu carî nikare wê ji bîr bike. Gava selkiyek ji hundirê behrê derdikeve der, kurkê xwe ji xwe dike û dikeve şiklê jinên ser rûyê erdê. Wisa ser rûyê erdê adapte dibin ku meriv tu carî nikare bikeve ferqa rastiyê. Heta di hemû çîrokên selkiyan de herî dawî leheng dighin rastiyê lê wê demê jî veqetandin dikeve navbera wan de.

Heger mêrekî li ser rûyê erdê dil bide jineke Selkî, çîroka wan bi piranî bi xemgînî diqede. Kesê/a ku bêhtir di bin bandora têkiliyê de dimîne mirovên erdî ne. ji bo ku mirovên behrî (Selkî) ji yên erdî azadtir in û xwe bi cihekî vî heta dawiya emrê xwe naxapînin. Lê dîsa jî heger mirovên erdî kurkê yên behrî bibînin û wî kurkî veşêrin an jî bişewitînin wê demê Selkî heta dawiya emrê xwe êsîrî ser rûyê erdê dibe û tu carî nikare terka havalê/a xwe bike. Lê dîsa jî mirovên behrî ne wekî yên erdî ne û ne xemxur in. Lewma bi rehetî dikarin terka mirovan bikin.

Çîrokên Selkiyan piranî li ser jinan hatinen gotin. Herçiqasî jinên Selkiyan wek lehengan li pêş bin jî çîrokên li ser Selkiyên mêr jî hene. Heger jinek erdî bixwaze bi Selkiyekî mêr re bikeve têkilî divê heft heb hêstirên çavên xwe li behrê wer bikî. Piştî hestirên xwe tevlî behrê kir wê demê Selkiyê mêr ji behrê derdikeve û dostaniya wan dest pê dike.

Ehlê Rojavayî li çanda xwe, li folklora xwe, li wêjeya xwe û li dîroka xwe xwedî derdikeve. Van nîşaneyên xwe yên netewî bi rêzefîlm, fîlm, pirtûk û belgefîlman nemir dikin. Bi van xebatan gelê din yên cîhanê di bin bandora xwe de dihêlin. Lê li gel vê jêhatiya mirovên Rojavayî, mirovên Rojhilatî tu xebatî nakin ji bilî tiraltiyê. Lewma dem bi dem ji çanda xwe dûr dikevin û nêzî çanda Rojavayiyan dibin. Rojhilatî tên asteke wisa ku ji çanda xwe nefret dikin.

*Çend Wêneyên Selkiyan

Ondine (Ondîne), fîlmekî bi vê terza hatiye kişandin. Fîlm hem çand û hem jî efsaneya gelê Îskoç û Îrlandiyan derdixe pêş.
Fîlm, li ser masîgirekî Îrlandî yê bi navê Syracuse (Colin Farrell) hatiye seknandin. Rojekê dema ku bi keştiya xwe diçe ku masiya bigire, jineke xweşik (Alicja Bachleda) dikeve tora wî. Ev jin jiyana Syracuseyî bi temamî diguherînî. Bi navê Annie (Alison Barry) keça Syracuseyî heye û li gorî keça wî; jina ketî tora bavê wê Selkî ye. Fîlm di hundirê xwe de çîrokek germ ji bo şevên zivistanê dihebîne.
Herçiqasî çîrok gellek caran li ber çavan bejî çavên mirov kor in û herdem tişta dixwazin tînin ber çavan.

*Afîşê Fîlmê Ondine

Nivîskar: Mela Mihyedîn

(Ev Nivîs, di hejmara yekemîn a E-Fanzîna “Sînemaya Serbixwe” de hate weşandin / Hejmar 1 – Berfanbar – 2018)

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir