“Em Nan dixwazin, Lê Gul jî dixwazin!”
Nivîs: Rûmet Med
Li erdnîgariya cîhanê; fîlm, pirtûk, çîrok û ramanên wisa hene ku hem bi peyv û nimayên xwe ve rastînên jiyanê ji navenda wê didin der, hem jî bi şêweyên xwe yên vegotinê di hişê bîrê de asoyan kûr dikin. Her fîlm rêwîteyeke nû û cuda ye û çîroka fîlman, bi giştî têkoşînekê ye ku di navbera qencî û xirabiyê de derbas dibe.
Derhênerê navdar ê cîhanê Ken Loach jî yek ji derhênerên herî girîng ên dîroka hunera sînemayê ye ku bi elfabeya qencayî re diaxive û berhemên bi vî rengî diafirîne. Dema ku behsa sînemagerê xelatgir Ken Loachî tê kirin, fîlmên wî yên wekî; “The Wind That Shakes the Barley”, “Bread and Roses”, “Riff-Raff”, “Land and Freddom”, “Jimmy’s Hall”, “I, Daniel Blake”, “Sweet Sixteen” tên bîra mirovan. Fîlmên Loachî li bernameyên Festîvalên Fîlman ên Navneteweyî yên herî girîng ên wekî; Cannes, BAFTA, Cesarê û hwd. ketin pêşpaziyê û xelat girtine.
Loach dengê hevî û azadîyê bilind dike..
Ken Loach, di her fîlmên xwe de kameraya xwe dizivirîne li rûyê rastiyên jiyanê û bi awayekî dîyalektîk li pey rastînê digere. Sînemager Loach, wekî gelek derhênerên rastîbîna civakî, hunerî û serbixwe yên hunera heftemînê, xem û pirsgirêkên civak, xweza û jiyanê nîşan dide û ji paceya mirovên bindest û kedkaran li cîhanê dinihêre. Derhêner, bi çavê dilê xwe re dengê hêvî û azadîyê bilind dike.
Di sînemaya Ken Loachî de, mijarên ku di encama şer, serweriya mêran û xizaniyê de pêk tên, wekî; êş, bêrîkirina ziman û welêt, lêgerana azadîyê, pirsgirêkên jinan, newekhevîya zayendê, bêkarî, nefî, mirin, penaberî, şayîşa dahatû, rewş û mercên metropolan, pirsgirêka hewînê, xebitîna destmiza kêm û bêewlehî, derdên takekesî û hwd. cih digirin. Derhêner, bi gelek alîyan ve qala rastiyên jiyanê dike û di çîrokên wî de; axwîna azadî, çavên ruha hezkirinê, xiyal û hewldana dahatûyeke wekhev, û rêç û hêvîya rojên xweş û ronî hene.
Derhênerê navdar Ken Loach, di fîlmê xwe yê bi navê “Bread and Roses” (2000) de bi hevoka “Em Nan dixwazin, Lê Gul jî dixwazin! Em hemû tiştên xweş, dixwazin…” re ji dengên mirovên ku ji bo mafên xwe yên herî xwezayî têdikoşin, bang lê dike. Fîlm, temaşevanên xwe di nava kolan û xwezaya jiyanê de digerine, û di sehneya meşa karkerên paqijî de, daxwazên “Xebitîna bisîgorte û jiyanake biewletî” yên mirovên ku piraniya wan ji bo şert û mercên jiyanê hatine welatekî din û bûne penaber, xwe dide der.
“Lêbelê ez li vir dibihîsim ku hêvîya min şîn tê”
A ku cîhanê û jiyanê diguhere rêwîtî ye û bi saya wê mirov hem hebûna xwe hem jî jiyanê kifş dike û haya ji dinyayê dibe. Ken Loachî ku di fîlmên xwe de bi sînorên zimanê rastînê re diaxive, bi peyvên jiyana rojane ve şêweyeke vebêjanê diafirîne, û çîrokên xwe bi formeke hunerî ya xwezayî û bi nerîna civakî dide ber çavan. Wî bi bîr tîne ku hez û hêvî tu carî naqede û ruha wê hertim zindî ye. Di sehneyeke fîlmê “Bread and Roses” de replîkek dibêje ku, “Lê belê ez li vir dibihîsim ku hêvîya min şîn tê…”
Derhêner Ken Loachî wekî gotina “Dema herî tariya şevê, dema ku herî nêzîk a ronahîyê ye…” ya wêjekarê cîhanê Victor Hugoyî, rengê biharê tîne…
(*Ev nivîs ji aliyê nivîskarê, ji nivîsa wî ya bi navê “Biz Ekmek İstiyoruz! Ama Gül de istiyoruz!.” ku di sala 2018’ê de hatibû nivîsandin, hatiye wergerandin û sererast kirin.)
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com