“Ema” û fîlmên din
Di 20’ê meha Berfanbarê de li salonên sînemayan 9 fîlmên cur bi cur ketin vîzyonê û di hefteya nû de li vîzyonê fîlmên anîmasyon, tirsê û pevxistina zanistî jî hene. Ji navbera fîlmên vîzyonê; fîlmên balkêş û xelatgir ên “Ema”, “Bombshell” ,“Kader Postasi” û “Chatter” derdikevin pêş.
Vê hefteya nû de li sînemayan 9 fîlmên nû yên cur bir cur ketin vîzyonê. Di hefteya nû de li vîzyonê fîlmên “Ema”, “Bombshell” ,“Kader Postasi” ve “Chatter” derdikevin pêş.
Ema li kompanyaya reqsê dixebite û rojek ligel rêveberê kompanyayê Gastonê, zarokekî bi navê Polo ji xwe re dikin ewlad. Lê piştî demekê ji ber sedema trajîk ê Poloyî, dixwazin ku lê vegerin. Ji ber vê biryarê jiyanên van dikeve halekî xerab û têkîliyên wan ên digel derdorê û dostên xwe diguhere. Mijara fîlmê Ema’yê li bajarê Valparaiso ya Şilîyê diqewime û bi pevxistin, muzîk û reqsên xwe fîlmekî balkêş e.
Derhênerê navdar û xelatgir Pablo Larrain bi her du fîlmên xwe yên bi navê “Jackie” (2016) û “Neruda” (2016) ve tê naskirin.
Pêşkêşkera navdar Gretchen Carlson li televîzyona Fox Newsê dixebite û ji ber tacîzên rêveberê kanalê ku bi salan dewam kirine, doz vedike. Nûçeya dozê dikeve rojeva welatê û têkoşîna dad û pêwendiyên giştî digihîjin li rewşeke cuda. Piştî vê bûyerê jinên din ên ku li heman televîzyonê xebitîn jî dengê xwe derdixin.
“Bombshell” qala bûyerên tacîz ên li sektora medyaya Amerîkayê hatine qewimîn dike. Fîlm, ji aliyê Jay Roach ve hate kişandin û bû berendamê Girovera Zêrîn.
Zeynep û Yûsûf ji zarokatiyê pê ve, weke du hevalên nêzîk û bi hev re mezin bûne. Hestên Zeynep bi demê re diguhere û wê ferq dike ku ji Yusufî hez dike. Yûsûf rojek ji bajarokê diçe û Zeynep ji ber veqetînê gelek xemgîn dibe û dikeve valahîyekê. Ji ber rizgarbûna rojên dijwar û hîsa valahîyê bi mehkûman nameyan dişîne û nameyên wê, wê digihîne mehkûmekî ku cezaya bêdawî standiye. “Kader Postasi” yekem fîlmên metraj dirêj ên derhênerên Çîgdem Bozalî û Elîf Akarsê Polatê ne. Cureya fîlmê drama ye ku li bernameya gelek festîvalên fîlman hate nîşandan û xelat wergirtin.
Fîlmê tirsê “Chatter” di sala 2015’ê de hatiye kişandin û qala serpêhatiya Martinî ku di departmana ewletiya navxweyî de weke wezîdarê trafîka înternetê dixebite, dike. Martin, rojek dîyalogên dîmenên jin û merekê ku li herêmeke cuda ya cîhanê dijîn, temaşe dike û hay jê gelek tiştên razdar dibe. “Chatter” (Paranormal Chat), li Festîvala Fîlman a Tirsê ya RIP’ê xelata Derhênerê Herî Balkêş standiye.
Fîlmên vê hefteyê:
“Ema” / Derhêner: Pablo Larrain û Senaryo: Guillermo Calderon, Alejandro Moreno
“Bombshell” (Skandal) / Derhêner: Jay Rocch û Senaryo: Charles Randolph
“Kader Postası” (Fated Hearts) / Derhêner: Çîgdem Bozalî, Elîf Akarsû Polat û Senaryo: Çîgdem Bozalî, Elîf Akarsû Polat
“Chatter” (Paranormal Chat) / Derhêner: Matthew Solomon û Senaryo: Matthew Solomon, Joshua Carl Allen, Jeremy Fox
“Star Wars: The Rise of Skywalker” / Derhêner: J.J. Abrams û Senaryo: Colin Trevorrow, Derek Connolly, J.J. Abrams, Chris Terrio
“Beyaz Huzun” / Derhênner û Senaryo: Kenan Korkmaz
“Kirik Yalan” / Derhêner: Hamdî Alkan, Senaryo: Ruyhan Dûrali
“Elfland” / Derhêner: Logan Spence û Senaryo: BC Fourteen (Anîmasyon)
“The Donkey King” / Derhêner: Azîz Jindanî û Senaryo: Azîz Jindanî, Kamran Khimanî (Anîmasyon)
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com