“Empire of Light” wê di 9ê Berfanbarê de bikeve vîzyonê

Ji fîlmê derhênerê navdar û xelatgirê Oscarê Sam Mendes yê “Empire of Light” fragmaneke nû li ser kanala youtubeê ya Searchlight Picturesê hate weşandin û hate ragihandin fîlm dê di 9ê Berfanbarê de bikeve vîzyon. Lîstikvanên wekî Olivia Colman, Toby Jones û Colin Firth di fîlmê de weke serlîstikvan cih digirin.

Fîlmê derhêner Sam Mendesî yê “1917” di sala 2019ê de ketibû vîzyonê û li Xelatên Akademîyê di 10 beşan de bûbû berendam û Xelatên Sînematografîya Herî Serketî, Miksaja Dengê ya Herî Serketî û Efekta Dîtbarî ya Herî Serketî girtibû. Mendes bi fîlmê xwe yê “Empire of Light” re ji nû ve derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê.

Mijara “Empire of Light”ê di destpêka salên 1980an de li bajarokekî qerax ê Îngilistanê derbas dibe û tê de lîstikvanên wekî; Olivia Colman, Micheal Ward, Tom Brooke, Tanya Moodie, Hannah Onslow, Crystal Clarke, Toby Jones û Colin Firth lîstine. Senaryoya fîlmê Sam Mendes bi xwe nivîsîye ku derhêner bi fîlmên xwe yên wekî Skyfall, American Beauty, Revolutionary Road ve tê naskirin.

Îsal li Festîvala Fîlman a Torontoyê Xelata Derhêner a Ebertê dan Sam Mendesî û fîlmê wî yê “Empire of Ligh” promîyera xwe ya cîhanê li Torontoyê kir.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir