Endamên Juriyê yên Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn hatin eşkerekirin
56’emîn Festîvala Fîlman a Antalyayê Porteqala Zêrîn di 26’ê meha Cotmehê de dest pê dike û li festîvalê di beşa Pêşbaziya Metraj Dirêj a Neteweyî de îsal serokê juriyê Derhênerê navdar Zekî Demîrkubuz e û nivîskar Latîfe Tekîn, lîstikvanên Şebnem Bozoklû, Mert Fîrat û derhênerê dîmenê Emre Erkmen bûn endamên juriyê.
Di Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn de fîlmên berendam dê di 15 beşan de bêne xelatkirin.
Di beşa Pêşbaziya Belgefîlman a Neteweyî de endamên juriyê îsal weke Melîs Behlîl, Nûrdan Arca û Veton Nûrkollarî hate eşkerekirin.
Di beşa Pêşbaziya Kurtefîlman a Neteweyî de; endamên juriyê îsal weke Tugçe Altûg, Wilhelm Faber, Rezan Yeşîlbaş hatin hilbijartin.
Festîvala Fîlman a Antalyayê Porteqala Zêrîn dê di dîroka 1’ê Mijdarê (Sarmawaz) de bi dawî bibe.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com