Enstîtûya Sundance’yê gelek vîdyoyên xwe yên wane û perwerdehî vekirin
Platforma dîjîtal a Sundance Co//ab ya Enstitûya Sundance’yê di van rojên Coronayî de, gelek vîdyoyên xwe yên ku li ser sînema û televîzyonê hatine amadekirin ji bo hemû kesan vekirin.
Li gorî nûçeya ku di malpera kovara Altyazı’de hatiye weşandin, platforma dîjîtal a Sundance Co//ab ya Enstitûya Sundance’yê, di van rojên Coronayî de, gelek vîdyoyên xwe yên ku li ser sînema û televîzyonê hatine amadekirin ji bo hemû kesan vekirin. Arşîvên Sundancayê ji vîdyoyên wane û perwerdehî yên der barê sînema û televîzyonê hatine amadekirine ve, pêk tê.
Platforma Sundance Co//ab’ê ji bo ku sînemavanên serbixwe yên li seranserê cîhanê bîne cem hev hatiye damezrandin û tê de gelek vîdyoyên wane û perwerdehî yên ku der barê sînema û televîzyonê de hatine amadekirin, diweşînin. Platform li ser malpare xwe eşkerekirin ku hin dersên liserxetê (online) ji bo bikaranîna hemû kesan bê pere hatin vekirin. Yên ku dixwazin vê platformê bi kar bînin, dikarin bêperê bibin endam û qeydên xwe çêbikin. Her wiha bikarîner dikarin pirsên xwe ji mamoste, şewîrmend û hunermendan bikin.
Di malpera platformê de, gelek vîdyoyên wane û perwerdehî yên li ser nivîskariya senaryoyê, çêkerî, nivîskariya rêzefîlmê înternetan, belgefîlman û hwd. hatine kişandin, cih digirin. Hin mijarên ku li platformê hatine weşandin wisa ne: Ji bo Televîzyonê Nivîskariya Komedî, Bi riya Çîrokbêjîyê Aktîvîzma Civakî, Sêwirandina Rêzefîlmeke Înternetê, Sînemavaniya Belgefîlman, Çêkerî: Helwesta Peyaner.
Ji bo agahî: collab.sundance.org
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com