Fanzîna me “Sînemaya Serbixwe” ji bo hejmara 2’yemîn dest bi amadehiyan kir

Silav û Rêz Sînemahez û Hunerhezên Hêja.

Hejmara Yekem a E-Fanzîna Sînema, Çand-Hunerê bi Kurdî “Sînemaya Serbixwe”, ji aliyê Sînemahezan ve gelek hate xwendin. Li gorî îstatîstîkên platforma Twitterê heta niha nêzîkî 33.000 kesî, hejmara me ya yekem tikandine/dîtine/xwendine.

Em weke “Sînemaya Serbixwe” ji ber eleqeyên mezin zor spas dikin.

Fanzîna me “Sînemaya Serbixwe” ji bo hejmara 2’yemîn dest bi amadehiyan kir. Ger hûn jî bixwazin ku nivîsên we di nav rûpelên fanzîna Sînemaya Serbixwe de bêne weşandin, hûn dikarin heta dîroka 30’ê meha Sermawezê (Mijdar) nivîsên xwe yên li ser çand, huner û zanistê bi riya e-mailê ji me re bigehînin/bişînin. Em li benda nivîs, gotar û hevpeyvînên we ne.

Navnîşana e mailê: sinemayaserbixwe@gmail.com
sinenuce@gmail.com

Bimînin bi xêr û xweşiyê de
Bi hevre ji Hejmarên nû ve..

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: