Fanzîna “Sînemaya Serbixwe” – Hejmar 1

Ji Edîtor

Silav û rêz xwînerên hêja!

Ji “Brayên Lumierê” û “Alice Guy-Blaché”, bi vir de Sînema ango “Hunera Heftemîn” ji gelek qonaxan derbas bû, geşedan û pêşveçûna xwe didomîne.

Sînema ji bo kesên ku derd û gotinên wan hene amûr û derfeteke gelek mezin e. Di nav dîroka sînemayê de gelek derhêner û sînemavanên bîrawer derketin, hest û ramanên xwe anîn zimanê. Di geşedan û girseyîbûna sînemayê de; gelek rêbazên ên hunerî, rastibîniya civakî, heyamî û serbixwe û ên din pêk hatin.

LÎNKA FANZÎNÊ:
E-Fanzîna “Sînemaya Serbixwe” – Hejmar 1

Hunera “Sînema”, di nav rojên jandar û tarî de bû hêviyeke germ û ronak û bihara vê bêdemsal şîn bû û vedibe… “Hunera Heftemîn”; ruh û hêza ên dîmenan, newayan, peyvan û wêneyan e û me wekî pirtûkan, di nav asoyên hestan û ramanan de digerîne. Em bi saya sînemayê cihê ku me qet neçûne ji wan dibinîn, çand û jiyanên hemû mirovahiyê dinasînin. Rû û çavên sinemayê, sînorên ku li ser cîhanê radike û ew dikare bi demê re hemû xeletiyan û pêşdaraziyan tune bike.

Yekem hejmar a Fanzîna bi Kurdî “Sînemaya Serbixwe”, bi nivîs û gotarên xwe yên li ser Sînema, Çand-Hunerê, weke dengekê nû û ciwan li pêşberî xwendevanên xwe.

Bimînin bi xêr û xweşiyê de
Bi hevre ji Hejmarên nû ve

Dîroka Weşandina Fanzîna “Sînemaya Serbixwe”: 26’ê Berfanbara 2018’ê

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d