“Fated Hearts” li Los Angeles’ê Xelata Fîlmê Herî Serketî wergirt

Fîlmê “Fated Hearts” (Kader Postası) ku ji aliyê Elîf Akarsû Polat û Çîgdem Bozalî ve hatiye kişandin, di 15’emîn Festîvala Fîlmên Jinan ya Navneteweyî ya Los Angelesa DYA’yê de Xelata ‘Baştirîn Fîlmê bi Zimanê Biyanî’ wergirt.

Li gorî nûçeya ku di malpera Gazete Duvar’ê de cih digire, fîlmê “Fated Hearts” (Kader Postası) yên derhênerên jin Elîf Akarsû Polat û Çîgdem Bozalîyê di bernameya Festîvala Fîlmên Jinan ya Navneteweyî ya Los Angelesa DYA’yê de (La Femme İnternational Film Festival) Xelata “Di Warê Zimanê Biyanî de Fîlmê Herî Serketî” wergirt.

Fîlmê “Fated Hearts” (Kader Postası) dê di meha Mijdarê de bikeve vîzyonê û têde lîstikvanên wekî Boncûk Yilmaz, Benian Donmez, Şahîn Erguney, Rana Kayaçan, Koray Efe Yazgan, Îdîl Yade Kirnik, Baran Salman, Sedef Akalın, Tansel Ongel, Gorkem Yeltan dilîzin. Mijara fîlmê di bajarokeke biçûk de diqewime û qala çîroka jiyana zarokatî û gihaştîbûna jineke dike û evîn û veqetana wê nîşan dide.

Festîvala Fîlmên Jinan ya Navneteweyî ya Los Angeles’ê îsal di navbera dîrokên 17-20’ê Cotmehê de hatibû li darxistin û 15 salan e ji bo fîlmên sînemavan, derhêner û nivîskarên jin plarformeke girîng e.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: