Festîvala Çand û Fîlmên Kurdî ya New Yorkê li benda fîlman e
Festîvala Çand û Fîlmên Kurdî ya New Yorkê îsal cara 6emîn di navbera dîrokên 13-16ê meha Cotmehê de li DYAyê (Amerîka) li dar dikeve. Hate ragihandin ku serîlêdanên bernameya festîvalê destpê kiriye.
Festîvala Çand û Fîlmên Kurdî ya New Yorkê li Amerîkayê tête li darxistin û hate ragihandin ji bo fîlman pêvajoya serîlêdanê destpê kir û roja dawî 17ê meha Tîrmehê ye.
Di bernameya mîhrîcanê de her sal gelek fîlmên bi Kurdî derdikevin li pêşberî temaşevanên sînemayê, panel, hevpeyvîn û çalakîyên çand-hunerê têne lidarxistin.
Ji bo agahî û serîlêdanê: kurdishculturalcenter.com
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com