Festîvala Derhênerên Jin a Sînemazonê dest pê dike
1’emîn Festîvala Derhênerên Jin a Sinemazonê dê di navbera 18-22’ê Rêbendana sala 2020’ê de de Navenda Hunerên Nûjenê li Enqereyê bê lidarxistin.
Festîvala Derhênerên Jin a Sînemazonê îsal cara yekem, ji aliyê Şaredariya Çankayayê li Navenda Hunerên Nûjenê (Çağdaş Sanatlar Merkezi) bêne lidarxistin. Festîvalê ji bo fîlmên derhênerên jin, afirandina platformeke serbixwe û domdor ji xwe re kirine armanc û dixwazin bo fîlmên derhênerên jin ên profesyonel û amator qadeke hevbandorî ava bikin.
Festîvalê bi Dîrektoriya wênekeşê belgefîlman Volkan Atilgan re dê bê lidarxistin û Dîrektora Bernameyê Gulten Taranç e.
Di bernameya Festîvala Derhênerên Jin a Sînemazonê de, nîşandanên fîlman, hevpeyivînan, xebatên atolyeyê û hin çalakîyên din dê cih bigirin. Di çarçoveya festîvalê de Pêşbirka “Hewesandina Nivîsa Senaryoyê” têne lidarxistin û dîroka dawî ya serîlêdanê 31’ê Berfanbarê ye.
Ji bo agahî û têkilî: www.sinemazon.org
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com