Festîvala ‘!F İstanbul’ Îlonê dest pê dike
18’emîn Festîvala Fîlmên Serbixwe ya Stenbolê “!F İstanbul” dê di navbera dîrokên 13-22’yê meha Îlonê (Rezber) de li dar bikeve.
Li gorî nûçeya ku di malpera Diyarname.com’ê de cih digire, bernameya Festîvala Fîlmên Serbixwe ya Stenbolê “!F Istanbul” hate eşkerekirin û festîval dê di navbera dîrokên 13-22’yê Îlonê de li Stenbolê, di 19-22’yê Îlonê li Îzmîr û Enqereyê bê lidarxistin. Fîlmên ku di çarçoveya bernameya Festîvalê de bêne nîşandayîn û endamên juriyê diyar bûn. Di Festîvala “!F Istanbul” de îsal fîlman; “!f Gala”, “!f Efsane”, “!f Belgefîlm” û dê di gelek beşên din de bêne nîşandayîn.
Endamên Jurî yên Festîvala Fîlmên Serbixwe ya Stenbolê “!F Istanbul”ê hate eşkerekirin. Di beşa “Keş!f” de îsal serokê juriyê Michel Franco û endamên juriyê jî Bariş Saydam, Deniz Eyuboglu Aydin in. Di beşa “!f Neteweyî” de serokê juriyê Ezel Akay û endamên juriyê jî Damla Sonmez û Asja Krsmanovic bûn. Di beşa “Kurteyên Ji Tirkiyeyê” de jî serokê juriyê Anna Henckel-Donnersmarck e û digel Ayşe Kartal kurtfîlmên herî serketî diyar bikin.
Beşa Fîlmên Galayan de îsal fîlmên “About Endlessness”, “The Souvenir”, “The Dead Don’t Die” / Derhêner: Jim Jarmusch, “Too Late to Die Young” / Derhêner: Dominga Sotomayor Castillo û “I Lost My Body” têde 10 fîlman cih digirin. Di beşa “!F Efsaneyên Sînemaya Tirk” de jî fîlmên wekî; “Tabutta Rovaşata” / Derhêner: Derviş Zaim), “Ağır Roman” / Derhêner Mustafa Altioklar, “Eşkiya” / Yavuz Turgul, “C Blok” / Derhêner: Zekî Demîrkubuz û “Salkim Hanim’in Taneleri” Derhêner: Tomris Giritlioglu, wê di çarçoveya festîvalê de bêne nîşandayîn.
Navenda Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com