Festîvala Fîlman a Acessland.liveê li benda fîlmên sînemageran e

1emîn Festîvala Fîlman a Acessland.liveê îsal dê di navbera rojên 22-30ê meha îlonê de bi têmaya “Jinên Derasayî” (Sıra Dışı Kadınlar), weke online bê lidarxistin. Pêvajoya serîlêdanê ya festîvalê destpê kiriye û dê heta dîroka 31ê meha gelawêjê bidome.

Festîvala Fîlman a Acessland.liveê îsal cara yekem di meha îlonê de weke online derdikeve li pêşberî sînemahezan. Li bernameya festîvalê pêvajoya serîlêdanê destpê kiriye û dê heta dîroka 31ê gelawêjê bidome. Filmen festîvalê dê di beşên “Fîlmê Herî Serketî”, “Derhênera/ê Herî Serketî” û “Performansa Herî Serketî” de bikevin pêşbazîyê ku li festîvalê bi tevahî 50 hezar TL dê weke xelatên pereyê bê belavkirin. Hate eşkerekirin; fîlmên ku li bernameyên hemû festîvalên fîlman ên din hatine nîşandan jî dikarin beşdarî li Acessland.liveê bibin.

Fîlmên Festîvala Fîlman a Acessland.liveê wê çîrokên jinên pêk bên. Damezrînera Acessland.liveê Nîhal Temûr, bang li çêker û sînemageran kir ku beşdarî li bernameya festîvalê bibin.

Her cure fîlm, fîlmên metrajdirêj û kurtefîlm dikarin li serî li festîvalê bikin, ji bo “Fîlmê Herî Serketî” 30 hezar TL, ji bo Derhênera/ê Herî Serketî” 10 hezar TL, ji bo “Performansa Herî Serketî-Jin” 10 hezar TL dê xelat bê belavkirin. 1emîn Fîlmên Festîvala Fîlman a Acessland.liveê dê di navbera 22-30ê meha îlonê de li ser înternetê derbikeve li pêşberî temeşavanên sînemayê.

Ji bo agahî: www.filmfreeway.com/ACCESSLANDLIVEFILMFESTIVAL

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir